Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr şehîdxistina Şukru Serhed şermezar kir

Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Hewlêrê qetilkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukru Serhed) û êrişên li ser panaberên Kurd ên Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondu ku ji Bakurê Kurdistanê ye li Silêmaniyê li kompaniyekê de kar dikir, duh di saetên serê sibehê de hat gulebarankirin. Di êrîşê gule li milê Ferhat ket û birîndar bû. Ferhad niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukru Serhed) ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatibû Silêmaniyê, îro saet derdora 09.00’an li taxa Çarçira ji aliyê endamên MÎT’ê ve hat qetilkirin.

Hevserokatiya Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê têkildarî bûyerên duh û îro yên li Silêmaniyê li Ofîsa xwe ya Hewlêrê daxuyanî da û derbarê herdu bûyeran de fikarên xwe zîman û bûyer şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Eger hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî êrÎş û dagirkeriya dewleta Tirk helwestê nîşan nede, wê planên dewleta Tirk a dagirker zêdetir bibe û wê rojane zêdetir welatî û xelkê Kurdistanê bêxe jêr metirsî yê. Daxwazê ji Asayîşa Silêmaniyê dikin ku tavilê tewanbarên qetilkirina Heval Şukru Serhed bibînin û ji bo raya giştî eşkere bikin.

Êrişkirina li ser Kurdên Bakûr û endamên HDP’ê yên li Başûrê Kurdistanê û şehîdkirina Şukru Serhed bûyerek metirsîdare û pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsyartiyên xwe yên neteweyî pêk bîne û rê li pêşiya bûyerên wiha bigire.”

Bi berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Heta ku ew kesan neyên girtin û dadgeh nekin, bi çalakiyên demokratîk û bi rêya yasayê, em ê mafê xwe yê parastinê bi kar bînin. Em van bûyeran şermezar dikin. Wê ti êrîş nekarin me ji jiyana bi rûmet dûr bixe û ji xebata siyasî sar bike.”