Nûnertiya HDP’ê ya Başûr serdana KTP’ê kir

Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr bi armanca nîqaşkirina mijarên di rojevê de, hilbijartina Iraqê û şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şurku Serhed (Yasîn Bûlût) serdana Partya Zehemetkêşan a Kurdistanê (TKP) kir.

Bi armanca nîqaşkirina mijarên di rojevê de, hilbijartina Iraqê û şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şurku Serhed (Yasîn Bûlût) Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hewlêr a Başûrê Kurdistanê serdana Partya Zehemetkêşan a Kurdistanê (TKP) kir.

Şandeya HDP’ê ya ji Nûnerên HDP’ê Nahîde Ermîş, Rûken Mercan û Hîkmet Hatîp ji aliyê Endamê Meclîsa Siyasî Birêz Bêkes Qadir, Endamên Meclîsa Partiyê Birêz Niştiman Kemal û Kakereş Resul ve hatin pêşwazikirin.

Hate ragihandin ku di serdanê de mijarên heyî li ser gotubêj kirine û dîsa li ser hemfikir bûne.

 HDP’ê diyar kir ku wê serdanên wan pêjerojê ji bo aliyên din ên siyasî û kesayetên demokratîk jî dewam bike.