Nûnera Zerdeştiyan Awat: Em tevlî kampanya ji bo PKK'ê dibin

Nûnera Zerdeştiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Hîsamedîn bal kişand ser Partiya PKK’ê û got: PKK modelek nû ya têkoşînê daniye. PKK’ê ti carî nebûye rêxistineke terorê. Em piştgiriyê didin kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê.”

Însiyatîfa Navnetewî ya Ji Bo Kurdan Edalet ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ li seranserê welatên Ewropayê kampanyaya îmzeyan ku berhevkirina 4 milyon îmze daye ber xwe, ragihandibû. Kampanya bi pêşengiya 1003 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend, aktîvîstên sosyalîst ji parzêmîna Ewropa, Asya, Awûstralya, Afrîka jî di nav de ji 30 welatan hatibû destpêkirin û berdewam dike.

Nûnera Zerdeştiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Hîsamedîn a yek ji endamê komîteya Kampanya ‘Dem dema Azadiyê ye, Kampanya Însiyatîfa Naneteweyî: Ji bo Kurdan Edalet, Daxwaza Lezgîn Dikin ku PKK ji Lîsteya Terorê bê derxistin’ ye, li ser derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ji ANF’ê re axivî.

Awat Hîsamedîn anî ziman ku PKK ti carî ne bûye rêxistineke terorê û qet nabe jî û got: “Kurd li ser hişmendî û civakeke qencî û başî hatiye avakirin û çav nedaye erd û xaka kesê. Me tim xwe parastiye û qet êrîşî ser kesê nekiriye.”

‘PKK WEKE HINCET TÊ NÎŞANDAN, LÊ RASTÎ GELÊ KURD E’

Nûnera Zerdeştiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Hîsamedîn bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê ya Tirk û got: “Dewleta Tirk a dagirker tim PKK’ê dike hicet û bi hezaran gund wêran kiriye, ziman û çanda Kurdî qedexe kiriye. Ti rastiyeke ku PKK’ê weke hicet bê nîşandan nîne, armanc gelê Kurd e.”

‘PKK NE RÊXISTINEKE TERORÊ YE, NABE JÎ’

Awat Hîsamedîn anî ziman ku dewletên Ewropa li ser daxwazên Tirkiye PKK xistiye nava lîsteya terorê û wiha domand: “PKK li ser daxwaz û berjewendiyên Tirkiye hatiye xistina nava lîsteya terorê. Lê belê di rastî de PKK qet nebûye rêxistineke terorê û qet nabe jî. Nabe Serok Apo, serokê 60 milyon Kurd be, li zîndanê be.”

‘PKK MODELEK NÛ YA TÊKOŞÎNÊ DANIYE; EM TEVLÎ KAMPANYÊ DIDIN’

Nûnera Zerdeştiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Hîsamedîn daxuyakirin ku ew piştevanî û tevlî kampanyaya li Başûrê Kurdistanê hatî ragihandin dibin û got: “PKK modelek nû ya têkoşînê daniye holê. Di vê modelê de jin jî cihê xwe digire û di her astê de weke mêr dikare kar bike. Jinan jî weke meran çek hildaye parastina xaka xwe dike. Di vê çarçoveyê de jinên Kurd nûnertiya jinên azad ên cîhanê dike. Ji bo wê divê em jin bi serfirazî û bi hemû rengî tevlî vê kampanyaya bila PKK ji lîsteya terêrê bê derxistin bibin.”