Nûnera UNAMI'yê çû serdana girtiyên Behdînanê

Nûnera UNAMI (Komîsyona Alîkariya Iraqê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî) çû serdana girtiyên Behnînan ên di greva biçûnê de û bi hev re derbarê berdanan wan û armanca greva birçîbûnê nîqaş kirin.

Birayê yek ji girtiyên Behdînan Eyhan Seîd ragihand ku îro danê sibehê Oskistîn Bahîmota serdana Girtîgeha Çaksazayî ya Gewranî ya Hewlêrê kir û got ku armanca serdanê berdana bi merc a ji bo Şêrwan Şêrwanî û Şivan Seîd bû.

Eyhan Seîd eşkere kir ku ji piştî guhdarkirina daxwazên girtiyan, ji wan re ragihandiye ku biryara şandeyek UNAMI li gel parêzerên girtiyan û Serdozgerê Giştî mijara berdana wan nîqaş kirin.

Ji 19’ê Tîrmehê ve girtiyên Behdînan, Şêladizê û hejmarek girtiyên din dest bi greva birçîbûnê kirine û her ku diçe rewşa tenduristiya wan xerab dibe.

Girtiyên Behdînan di peyama xwe ya herî dawî de ragihandibûn ku yan wê bigihîjin azadiyê yan jî wê cenazeyên wan derkevin.