Nûjîn: Navê bersiva fermana spî ye
''Projeya bi navê Nûjîn wê 2 salan , bi armanca jinên û zarokên Êzîdî ji nû ve bike xwedî vînek rêxistinî , bi wesîleya bîranîna salvegera fermana Şengalê de dest bi projeya xwe bike. ''
''Projeya bi navê Nûjîn wê 2 salan , bi armanca jinên û zarokên Êzîdî ji nû ve bike xwedî vînek rêxistinî , bi wesîleya bîranîna salvegera fermana Şengalê de dest bi projeya xwe bike. ''
Di tevahî dîroka gelan û yê civakan, nexasim yên jinan, xalên hevbeş yên trajedîk û yên hêzê hene. Pergala Baviksalarî bi faşîzane hewl dide berjwendiyên xwe yên desthilatdar li ser esasê qirkirina jinê tevahî nirxên mirovahiyê bide tûne kirin û wiha xwe mayînde bike. Di sedsala 21' emîn de mirovahiyê dîsa şahîdî ji qirkirina jinê re kir. Em vegerin sala 2014’dan. Nûnerên herî hov yên modernîteya kapîtalîst , çeteyên DAÎŞ'ê li ser hîmê dijminahiya jinê û mirovahiyê êrişê cîh û warê herî kevnar û resen Şengalê kirin.
3'yê Tebaxa 2014’dan di dîroka mirovahiyê de cîhê xwe yê herî hovane, qirker û mêtînger girt. Di şexsê jinê de qirkirina civaka Êzîdî hate jiyîn. Bi hemû cûreyên çanda destavêtinê û şîdetê di kesayeta jina êzîdî de destdirêjiya tevahî jinên cîhanê hate kirin. Di encama vê fermanê de bi hezaran jinên û zarokên êzîdî hatin revandin, hatin qetil kirin, li bazarên ‘koletiyê’ hatin kirîn û firotin, rastî destdirêjan hatin û di tevahî cîhanê de hatin belav kirin. Civakek ku di dîroka hebûna xwe de 73 fermanan derbas kiriye, lê tevî vê jî tû car ji axa xwe yê qedîm qut nebuye, her hewl daye li ber xwe bide bê ku bikeve wê ferqê jî di ware derûnî û rihî de êşek bêhempa a trawmayê dijî.
Di encama vê qirkirina jinê de ku hate jiyîn dû bi berdewamî bi hemû rêbazan hewl tê dayîn were bi encam kirin, pêla koçberiya herî bi trajedîk destpê kir. Bi sed hezaran jin û zarokên ku şahîdê fermanê bûn, dîlgirtinên çeteyên DAİŞ ê bûn, yên ku li gel wan bandora trawmayê kolektîf kir derbasî welatên xerîbiyê bun. Welatê ku berê de civaka êzîdî herî zêde lê bi cîh buye û bi koçberiyê xwe berfirehtir kiriye Elmanyayê ye.
BERSIVA 3'YÊ TEBAXÊ NÛJÎN E!
Di encama xebatek berfireh de Navenda Hevdîtina Jinê UTAMARA bi Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî SMJÊ hevbeş projeya ji bo tedawîkirina trawmayê jin û zarokên Êzîdî, bi taybetî yên ku koçber bûne, li ser hîmê xwe bi xwerêvebirin û xweparastinê ava kirine. Proje wê 2 salan berdewam bike û li eyaletên ku herî zêdê jin û zarokên Êzîdî lê hene were destpêkirin. Armanc ew e li ser lingên avakirina ekîbên xwerêvebirinê û xweparastinê bi jinên pîspor yên di beşa civaknasî û trawmanasî de bi rêbazên cûr bi cûr yên ji nû ve hêzdayînê de, werin perwerde kirin. Di heman demê de sazî û dezgehên girêdahî koçberî, yên jinan û medenî wê tevlî vê xebatê werin kirin.
Bi tenê bi perspektîfa jinê êşa kolektîf a jinê û civakê dikare li ser hîmek rast were tedawî kirin
Gelekî ji van jin û zarokên êzîdî bi hêviya ku li Ewrûpayê xwe bigihînin cihek ewle, bikaribin trawmayê xwe li pey xwe bihêlin û bi alîkariyên pêwîst di warê tibî û derûnî de ji nû ve bikarîbin pêngava jiyanê biavêjin. Lê tê zanîn ku bi tenê bi perspektîfek jinê û nêrîna jinane êşa ku di encama qirkirina jinê bi xwe ra aniye bikarîbe rast were dest girtin û li gorî pêdiviyên jinan û zarokan rêbazên alternatîf yên tedawî werin bi kar anîn.
Ji lewra jî projeya bi navê Nûjîn wê 2 salan , bi armanca jinên û zarokên Êzîdî ji nû ve bike xwedî vînek rêxistinî , bi wesîleya bîranîna salvegera fermana Şengalê de dest bi projeya xwe bike. Navenda Hevdîtina Jinê UTAMARA û Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî SMJÊ bang li tevahî jinan û civakan dikin ji bo azadiyê û guhertinê, ya jiyanek azad û bi rûmet diafrîne, li dijî hemû şêweyên êrişên pergala baviksalarî têkoşîn were bilind kirin.