Nûda ya ji Rojhilat qala qutbûna xwe ya ji sîstema Îranê kir

Gerîlaya YJA Starê Nûda Karker a ji Rojhilatê Kurdistanê, zewicî ye û dayika du zarokan e. Karker qala tevlîbûna xwe ya li nava PKK'ê kir: "PKK zanîn e, rêber e, zanyar e û exlaq e. Min hêrs û serhildêriya xwe di nava refên PKK'ê de bi rêxistin kir."

Gerîlaya YJA Starê Nûda Karker, ku zewicî ye û 2 zarokên wê hene, di sala 2013'an de li Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên PKK'ê bû. Karker, di şexsê xwe de rewşa li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, sedem û girîngiya tevlîbûna xwe ji ANF'ê re nirxand.

Weke jineke ji Rojhilatê Kurdistanê, we çawa karî xwe ji sîstemê qut bikin?

Zîhniyeta mêr xwediyê sîstemê ye û li gorî xwe, formeke jiyanê diyar dike. Jin weke zayendeke bindest, neyînî û nayê qebûlkirin tê dîtin. Di nava sîstemê de keda me gelekî zêde bû, lê nedihat dîtin. Daneheviyek tine bû. Wekî din ez li ser gelekî difikirîm, ku jin çawa dikare bibe şoreşgerek. Bi taybetî jiyana hevala Nûda (Endama Konseya Leşkerî ya HPG'ê û yek ji fermandarên YJA Starê Nûda Karker/Nazan Bayram, di 1'ê Nîsana 2008'an de ku hingî bûbû 18 sal ku di nava gerîla de bû, li Bestayê şehîd bû) bala min dikişand.

We ji ber vê yekê navê wê hilda?

Belê. Hevala Nûda, di sala 2008'an de dema li Botanê têdikoşiya şehîd bû. Hezkirina wê ya ji welêt re, bîrdoziya wê, fedakarî û dilsoziya wê ya bi partiyê, hevalên xwe û gel re, bala min dikişand. Min dixwest bibim jineke Kurd a mîna wê. Ew bû mînakek ji bo min, lewma dema tevlî bûm min navê wê li xwe kir.

Di nava sîstemê de, di dema lêgerînên xwe de kîjan astengî derketin pêşiya we û we çawa çareser kir?

Hêz, eleqe û têkoşîneke me heta astekê hebû, lê belê pêşî li vê dihate girtin. Mirov bê vîn dikirin. Her tişt dihatin qedexekirin. Ez bi xwe bawer bûm, lê belê zîhniyeta li nava sîstemê li pêşiya min dibû asteng. Dema ku min tevger nas kir, haya min ji rastiya jinên Kurd jî çêbû. Jinên Kurd gav avêtibûn û li dijî zilmê kevneşopiyeke berxwedanê hatibû afirandin. Ez hînî jiyana Zîlan û Bêrîtan bûm. Di nava sîstemê de jî kesên mîna Şîrîn Elemhûlî hebûn ku têdikoiyan. Min timî ji xwe dipirsî; çima ez jî mîna wan ne jineke Kurd a bi vî rengî me? Ji ber ku sîstemê ji nava mala û pê ve li her derê tevna xwe danîbû, min gelekî zehmetî dikişand. Dayik, kek, bav, xwişk, bira her kes tevlî jiyana te dibe. Di nava sîstemê de eger malek an jî wesayîteke te hebe, her tişt temam e. Ez bi vê qanih nebûm. Mîna jinên Kurd ên têdikoşin, min meşa li ser şopa azadiyê danî pêşiya xwe. Ez têkoşiyam, ku hêrsa xwe karibim birêxistin bikim.

Hûn dikarin hinekî qala çarçoveya ku sîstema dewleta Îranê jin di navê de heps kiriye, bikin?

Dewleta Îranê qaşo dewleteke 'misilman' e. Ew welat e ku jin herî zêde li wir tên kuştin. Jinan dixin nava fihûşê; li dibistanan, li nexweşxaneyan pêşî li vê tê vekirin. Di emrê biçûk de zarokên keç ji bo zewacê amade dikin. Sîstema Îranê di destpêkê de te serbest berdide û ber bi xwe ve dikişîne, piştre jî te dixe nava qefesekê û pûç dike. Malbat jî zarokên xwe bi vî rengî 'terbiye' û perwerde dikin. Yên di nava sîstemê de maleke xwe, wesayîteke xwe û zarokên xwe hebe, xwe azad dibînin. Jin, bêyî ku haya xwe jê hebe, vê koledariyê qebûl dike. Rewşa min jî bi vî rengî bû. Encama vê yekê mirina medenî ye. Tevî her tiştî, min hewl da ji vê yekê rizgar bibim û ez derketim derveyî sîstemê.

Li Îranê rêxistinên cuda jî hene. Çima hûn tevlî rêxistineke din nebûn, lê tevlî nava PKK'ê bûn?

PKK di heman demê de tevgereke jinê ye. Di nava refên PKK'ê de azadiya jinê heye. Mirov li vê derê xwedî nasname û îradeyê ye. Di nava PKK'ê de mirov bi her awayî derdikevin holê, haya xwe ji xwe çêdibe, xwe nas dike û jiyanê ji nû ve ava dike. PKK zanîn e, rêber e, zanyar e û exlaq e. Min hêrs û serhildêriya xwe di nava refên PKK'ê de bi rêxistin kir. Ji ber ku min karîbû vê bi ser bixim, ez xwe weke miroveke bi şens dibînim. Ez hewl didim vê şensê bi kar bînim û hêjayî navê Nûda Karker bim.

Beriya hûn tevlî bibin, hûn li benda çi bûn? Û tiştên ku piştî tevlîbûnê bandor li we kir çi ne?

Dema ku tevlî bûm, ya ku herî zêde bala min kişand, rêxistinbûna hevalên jin bi rengê yekîne, tabûr û rêxistinên xweser bû. Dilsozî, îarde û têkoşîna hevalên jin gelekî bandor li min dikir. Di nava refên azad de ez bûm xwedî îrade û her jin dikare vê bi ser bixîne. Tişta ku li Rojhilat jin dike; danîna tevlî ji bo çêkirina xalîçeyan, zewicandin û çêkirina xwarinê ye. Dem hatiye ku pêşî li vê koledariyê were girtin. Ez jî 10 salan zewicî bûm û 2 zarokên min hene. Ti ji van li pêşiya min nebû asteng. Her jineke Kurd dikare di nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd de xwe ji nû ve bafirîne.