‘Nûda Karker Parastina Xetê ye’

Ji fermandarên YJA Starê Şareza Hesret Şehîd Nûda Karker bibîranî û got: ‘’Bi ruhê Nûdayan em ne tenê vê carê, heta ku em jiyanekê azad ya bi Rêbertiya xwe ve misoger nekin, em nasekinin.’’

Yek ji fermandarên YJA Starê Şareza Hesret qala têkoşîn û jiyana Şehîd Nûda Kerker kir û got: “Bi rastiya Şehîdan ve em roj bi roj mezin dibin û bi rastiya şehîdan ve em roj bi roj destkeftî û mîrasekê mezin avadikin. Di dîroka me de bi hezaran şehîd çêbûne û her hevrêyek bi xwe bûye weke efsaneyekê, bûye weke destanekê ku ji gelê me re û ji mirovatiyê re bûye mîras. Di şexsê hevala Nûda em hemû Şehîdên şoreşê bibîr tînin û bejna xwe ber wan ditewînin û carekê dîtir soza xwe ya bilind kirina têkoşînê û gihaştina zaferê nû dikin.”

‘PARASTINA XETA RÊBER APO’

Fermandara gerîla Hesret bal kişand ser jiyan û têkoşîna Nûda û wiha pêde çû: “Hevrêyeke ku xwe ji pergala desthilatdariyê ya ku civakê ji cewhera wê dûrdixîne, jin ji rastiya wê ya jinbûyîne dûrdixîne, parastibû. Rastî jî him bi dilnizmiya xwe, him bi sadebûyîna xwe, him bi hestên xwe yên welatpareziyê, dîsa nêzîkatiyên xwe yên hevrêtiyê, Hevrê Nûda ji bo vê mînakekê pir mezin bû. Hevrêyeke ku hestên wê yên têkoşînê, azwerî û girêdana xwe ya jiyana azad pir bilind bû. Ji xwe di dibistana Rêbertî de perwerde dîtebû. Keda Rêbertî bi xwe jî li ser hevrê Nûda zêde bû. Di pêvajoya herî hesas û ya ku zêde xeterî li beramberê tevgerê hebûn, Hevrê Nûda bû parêzvanê xetê. Ti carî nediket nav hesabên şexsî. Her tim ji bo hevrê Nûda hesabê esasî parastina xeta Rêber APO bû.

Dîsa xebatên hevrê Nûda û hevrê Viyan ya di vê pêvajoyê de, terzê têkoşîna jinê ya kolektîf xuya bû. Rêbertî rexistin emanetê xeta azadiya jinê kir. Rêbertî got; ‘Projeyekê min ya nîvî maye heye û divê tevgera jinê xwedî lê derbikeve û temam bike.’ Bi rastî jî yên ku vê alê rakirin û rast jî temsîlîyeta vê kirin û xwedî li partiyê derketin ew hevrê bûn. Bi taybet asta hevrêtiya hevrê Nûda û hevrê Viyan jî pir jorîn bû. Hevrêyeke me li ser vê yekê pirtûkekê jî nivîsand. Di vir de hevrê Nûda û hevrê Viyan weke ciwî tên pênasekirin. Çawa? Heman hest dijiyan, heman refleksên rexistinî parve dikirin, di heman astê de xwedî li pêvajoyê derdiketin û hevrêtiyeke xurt avakirin. Weke ruhekê di du bedenan de bi hev du re têkoşînekê hevbeş dimeşandin. Van hevrêyên me yên pêşeng ji bo me her tim mînak in.”

‘DEM DEMA AZADIYÊ BI RUHÊ NÛDAYAN VE PÊKAN E’

Heseret wiha domand: “Em derbasî sala 23’yan dibe ku tecrîdekê giran li ser Rêberê me tê meşandin, dîsa êrîşên hovane li ser gelê me û hevrêyên me yên di zindanê de tê meşandin. Rastî dijmin şerekê ji hemû pîvanên ehlaqî dûr li dijî me dide meşandin. Di vê maneyê de ji bo bersivdayina vê pêvajoyê ruhê Nûdayan divê hebe. Him ruhekê ku zelalbûyîna di îdeolojî û pîvanên partîbuyînê de, di xeta azadiya jin de mejiyekê zelal û bi îdîa, di heman demê de hevrê Nûda temsîla ruhê wêrek ya artêşbûnê û xeta şerê gelê şoreşgerî dike. Em dibînin ew ruh di roja me ya îro de berdewam e, ev çi di berxwedaniya Heftanînê de di şexsê hevrê Esmer, Nûcan, Zelal, dîsa hevrê Rûstem û Memyanan de be û çi herî dawiyê di berxwedana efsanewî ya Garê de be, temsîl dibe.”

KCK’ê jî pêngava ‘Dem Dema Azadiye’ destpêkiriye û ev pêngav gihîştiye astekê giring. Em gerîlayên YJA Starê û HPG’ê xwedî îdîaya pêkanîna azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û azadiya gelê xwe ne. Em bi vê soza xwe ve girêdayî ne. Bi tektîka gerîlayê nûjen û projeya ji nû ve avabuyînê em ê asta têkoşîn û çalakiya xwe bilindtir bikin. Bila dijmin pişta xwe bi teknîka xwe xurt neke. Ev herî dawî di operasyona Garê de jî derket holê. Em gerîlayên Kurdistanê ti carî nahêlin dijmin rehet bikeve xaka me û armanca xwe pêk bîne. Di operasyona Garê de jî pîlanên wan bi giştî hatin vala derxistin. Dibe ku dewleta Tirk rojane bi sedan binketinan bijî, lê vê yekê qebûl nake. Vê carê ew neçare ma ku binketina xwe qebûl bikin û lixwe mikûrhatin ku nekarîne xwe bigihînin armanca xwe.”

‘ROJ ROJA AZADÎ Û SERKETINÊ YE’

Herî dawî ji fermandarên YJA Starê Şareza Hesret giringiya şerê gelê şoreşgerî destnîşan kir û wiha ev nirxandin kir: “Em dibêjin, bi ruhê Nûdayan ne tenê vê carê, heta ku em jiyanekê azad ya bi Rêbertiya xwe ve misoger nekin, em nasekinin. Rastî di dîroka me de pir caran bi bangawaziya Rêber Apo tevgera me xwest bi rêbazên diyalogê, bi rêbazên demoktatîk û siyasetê tevbigere. Lê dijminê me ne ew dijmine ku ji danûstandinê, ji rêbazên siyasetê û demokrasiyê fam bike. Ew dijminê hov ji zimanê şer fêm dike. Em ê jî gerîlayên Kurdistanê bi çalakiyên xwe, bi ruhê fedayî, bersiva ku tê xewstin bidin.’’

Jixwe gelê me jî rojane di nava berxwedaniyekê de ye, erk û wezîfeyên xwe pêk tînin, em vê dibînin. Kî çi bar bikeve ser milên wî/wê divê pêk bîne. Ew çi jin be, çi ciwan be, çi karker be, çi îxtiyar be, çi siyasetmendar, her kesekê ji me, çi bar bikeve ser milên wî/wê divê pêk bîne. Roj rojên azadiyê û serkeftinê ye. Bi qasî ku em têokşîna xwe bilind bikin, em ê ewqasî zû jî bikaribin rojên azad bidestbixînin. Em bangawaziya xwe ji bo ciwanan û bi taybet jinên ciwan dikin û em dibêjin, di çiyayên azad de jiyana herî birûmet û ya herî rast tê jiyîne. Encax bi xwe parastinê ve em dikarin jiyanekê azad misoger bikin. Dem dema têkoşînê ye, dem dema azadiyê ye, dem dema çalakiyê ye, werin hûn jî tevlî çalakiyan bibin.”