NPG: Em çalakiyên Keşan û Dayîlanê pîroz dikin

Fermandariya Biryargeha NPG'ê ji ber çalakiyên li Keşan û Dayîlanê hêzên gerîla pîroz kir û got, "Herdu çalakî ji aliyê temsîlkirina ruhê êrişê ve operasyoneke şoreşgerî ya cihê şanaziyê ye."

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ev daxuyanî da:

"Ji bo Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê, ku di sala 2021'ê de eyaletên we jî tevlî bûn, hêzên me di asteke diyarkirî de tevkarî lê kir. Hûn jî tevlî berxwedana mezin a li Avaşîn, Zap û Metînayê bûn. Em bi taybetî çalakiyên we yên Keşan û Dayîlanê pîroz dikin ku di 30'ê Cotmehê de hatin lidarxistin û beranberî ruhê berxwedana mezin ê li Werxelê, Girê Sor, Mamreşo û Zendûrayê ye.

Ev çalakiyên ku tê wateya îfadeya sekna ruhê fedayî yê Apoyî yê li Werxelê û Tepê Sor, bûne gaveke gelekî girîng. Bi taybetî ji ber ruhê êrişê yê ku temsîla wê dikin, bûne pêngavek. Her çend li Heftanînê di dema vekişîna ji çalakiyê de ji ber hin pirsgirêkan şehîd hatibe dayin jî, bi ruhekî bilind ê êrişê li dijmin hate xistin, di her du çalakiyan de çûn ser dijmin. Ev yek ji aliyê temsîlkirina ruhê êrişê ve operasyoneke şoreşgerî ya cihê şanaziyê ye.

Ji ber vê yekê, di serî de fermandariyên we yên eyaleta Heftanîn û Xakurkê, em hevalên ku tevlî van çalakiyan bûne û yên ked dane hemûyan pîroz dikin û hêvî dikin ku serketinên we dewam bikin. Li ser vê bingehê em çalakgeran û hêzên li eyaletê hemûyan silav dikin, serketinê ji wan re dixwazin."