NPG: Eger têk biçin wê rejîma faşîst hilweşe

NPG'ê destnîşan kir ku eger dewleta Tirk ji vê êrişa dawî ya dagirkeriyê encamê negire wê rejîma faşîst bi temamî bişikê. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yanî rejîma Enqereyê wê hilweşe" û bang li gelê Kurd kir ku bi rengê 'neteweyî' li ber xwe bide.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji bo gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê peyamek weşand.

Fermandariya Biryargeha NPG'ê diyar kir ku ew li benda êrişên dewleta Tirk bûn û got, "Di navbera me û dijmin de wê di asta herî bilind de bibe qada hesabpirsînê."

NPG'ê diyar kir, eger dewleta Tirk li Zap, Metîna û Avaşînê encamê negire wê ev yek bibe têkçûna Enqereyê û ev yek destnîşan kir, "Ji bo wan di vê astê de mijareke girîng e. Rastiyeke wiha heye: Ji bo rejîma AKP-MHP'ê sala 2021'ê yanî şerê îsal şerê man û nemanê ye. Eger bi ser bikevin wê bimînin, eger bi ser nekevin wê nemînin."

NPG'ê destnîşan kir ku di vî şerî de ew naxwazin tenê parastinê bikin û got, "Em dixwazin dijmin têk bibin û serketinê misoger bikin" û ev bang kir, "Bi rengê neteweyî em li ber vê dagirkeriya dewleta Tirk rabin. Berxwedaneke neteweyî bikin. Pêwîstiya neteweya me bi vê heye."

Xalên bingehîn ên peyama Navenda Parastina Gel wiha ye:

'WÊ BIBE QADA HESABPIRSÎNÊ'

"Êrişa ku dewleta Tirk aniye ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê êrişeke ji rêzê nîne. Asta herî bilind a siyaseta qirkirin û tunekirinê ya li dijî gelê me ye. Ji xwe em li benda êrişeke wiha bûn. Piştî têkçûna giran a li Garê, me baş zanîbûn ku dewleta Tirk wê ji bo tolhildanê êrişeke nû bike. Li ser vê bingehê agahiyên îstîxbaratî li ber destê me hebûn. Lewma di astekê de amadekariyên me hebûn. Ev êrişa ku dijmin dike, wê di navbera me û dijmin de li asta herî bilind bibe meydana hesabpirsînê.

ARMANCÊN WAN...

Bêguman ev êrişa dagirkeriyê bi erêkirina hêzên komploger pêk hatiye. Eger erê nekiribûna, nepêkan bû ku li xaka Iraqê di vê astê de liv û tevgera balafiran û bombardûman bihata kirin. Siyaseta Komploya Navneteweyî ya li ser tevgera me hîn jî dewam dike. Dewleta Tirk a mêtinger qirker bi rêya vê êrişê dixwaze komployê bi ser bixîne û li Herêmên Parastinê yên Medyayê encamê bi dest bixe. Bi rêya vê êrişê dixwazin tola têkçûna xwe ya li Garê hilînin. Li ser vê bingehê dixwazin dawî li bêmoralî, belawelayî û qelisiya xwe bînin.

Di projeya xwe ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê de dixwaze gaveke girîng biavêje, cihên herî stratejîk dagirk bike, siberojê jî planên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê û herêmê pêk bîne, li çeperên girîng bi cih bibe. Ji bo vê jî dixwaze destpêkê derbê li tevgera me bixe, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji vê derê derxîne û li ser vê bingehê destketiyên gelê Kurd hemûyan tasfiye bike, ji holê rake. Hesabê wan ev e. Eger rejîma AKP-MHP û Ergenekon karibe vê projeya xwe bi ser bixîne, wê temenê xwe dirêj bike, bi dagirkirina sînorên Mîsakî Mîllî re jî wê bibe gefeke mezin li ser gelên herêmê. Bi xewn û xeyalên xwe yên Osmaniya nû wê hîn bêhtir destê xwe dirêjî îradeya xelkê Ereb bike û polîtîkayên xwe yên hegemonîk bimeşîne.

'EGER BI SER NEXÎNIN WÊ BI TEMAMÎ BIŞIKÊN'

Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst îro di nava krîzeke gelekî giran û kûr de ye. Gelekî lawaz bûye, li ber têkçûnê ye. Lê belê ev rejîm dixwaze ku tifaq, siyaset û hebûna xwe li ser tunebûna me ava bike, bi vî rengî mayinde bike. Eger karibe siyaseta qirkirinê li tevahiya Kurdistanê serwer bike û Tirkiyeyê mezin bike û bigihîne qonaxeke nû, ev rejîm wê xwe mayinde bike. Lê belê eger nikaribe vê plana xwe bi ser bixîne, wê bi temamî bişikê. Baş bi vê rastiyê zanin. Lewma çiqasî lawaz jî bin, her tiştî li şer xerc dikin, hewl didin bi şer encamê bi dest bixin. Eger di şerê dijî gerîla de karibin encamê bi dest bixin, wê hebûna xwe dewam bikin. Lê belê eger nikaribin encamê bi dest bixin wê bi temamî têk biçin. Şikestin û têkçûna li Zap, Avaşîn û Metînayê ji bo wan wê ne tenê têkçûna li eniyên Zap, Avaşîn û Metînayê be; wê ev yek bibe têkçûna Enqereyê. Yanî rejîma Enqereyê wê hilweşe. Ji bo wan di vê astê de mijareke girîng e. Rastiyeke wiha heye: Ji bo rejîma AKP-MHP'ê sala 2021'ê yanî şerê îsal şerê man û nemanê ye. Eger bi ser bikevin wê bimînin, bi ser nekevin wê nemînin.

'EM NAXWAZIN TENÊ XWE BIPARÊZIN, EM DIXWAZIN SERKETINÊ MISOGER BIKIN'

Ev rastî ji bo me jî derbas dibe. Em Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, eger vê êrişa dewleta Tirk bişikînin û têk bibin, hingî em ê serketinê misoger bikin. Ji bo tevgera me, gelê me, Rêberê me û gelên Rojhilata Navîn hemûyan em ê azadî û demokrasiyê bi dest bixin. Lê belê eger em bersiva pêwîst nedin van êrişên dijmin, ev yek wê ji bo gelê me bibe destpêka tunebûnê. Ji bo gelên herêmê jî wê bibe destpêka serdema tarî. Ji bo me di vê astê de stratejîk û girîng e. Ji ber vê yekê divê em Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hay ji vê rastiyê hebin. Şerê ku îsal biqewime, bi taybetî jî şerê heyî yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo me destpêkeke gelekî girîng e. Em naxwazin ku di vî şerî de tenê xwe biparêzin, em dixwazin dijmin têk bibin û serketinê misoger bikin. Lewma divê haya me ji girîngiya vê pêvajoyê hebe û ji bo serketina berxwedana dîrokî û pîroz em hewldan û fedakariya pêwîst bikin. Divê em teqez bersiva pêwîst bidin dijmin. Ji bo serketinê derfetên me têra xwe hene. Li ser bingeha tecrûbeyên me, asta jinûve avabûnê ya gerîla, derfetên me yên heyî têrê dike ku teknîk û îstîxbarata dijmin pûç bikin. Em dikarin dijmin têk bibin.

'DI SALA 2021'Ê DE EM DIXWAZIN ENCAMÊ WERBIGIRIN'

Demeke dirêj e ku me nîqaş dikir ku vê çawa dikarin pêk bînin. Perspektîfeke zelal diyar bûye. Bi şerê gerîla yê nûjen, bi Gerîlayên Modernîteya Demokratîk, bi pisporiya di şerê bi rêbaza tîm de, li gel vê yekê bi şerê tunelê yanî şerê li binê erdê, em dikarin êrişên dijmin hemûyan pûç bikin, bi taktîkên dewlemend, bi bikaranîna qadê bi rengekî kûr û berfireh derbên pêwîst li dijmin dikare bê xistin û em dikarin dijmin bi vî rengî têk bibin. Weke ku şerê me yê salên dawî raxist pêş çavan, eger em van bikin, em ê bi ser bikevin. Şerê ku herî dawî li Heftanîn û Garê hate kirin, ev rastî hîn bêhtir eşkere kir. Divê em giraniyê bidin ser van. Gerîlayên serdema nû bi wêrekî, fedakarî, zîhniyeta Apoyî, bi taktîk û rêbazan, bi ruhê fedayî yê Apoyî tevdigere. Eger di taktîk û teknîkê de afirîneriya mirov xurt bike, teqez wê bi ser bikeve. Felsefe, ruh û wêrekiya Apoyî ew hêz û kûdret daye me ku em karibin vê bikin. Em jî dixwazin li ser vê bingehê bi biryardariyeke mezin di sala 2021'ê de encamê werbigirin. Dem dema azadiyê ye! Dem dema azadiya Rêber Apo ye. Azadiya Rêberê me wê bi berxwedana gel û gerîla pêk were.

'EV ÊRIŞ LI DIJÎ TEVAHIYA GELÊ KURD E'

Li aliyê din, yên ku dibêjin, 'Êriş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê ye, êriş tenê li dijî PKK'ê û gerîla ye'; ya ji aliyê siyasî ve kor in, rastiyê nabînin, ya jî bi zanebûn naxwazin vê rastiyê bibînin. Bi her awayî eşkere bû ye ku ev êriş li dijî tevahiya gelê Kurd e. Di serî de destketiyên Başûrê Kurdistanê destketiyên tevahiya gelê Kured di hedefa dewleta Tirk a faşîst de ye. Li ser vê bingehê bi projeyeke wiha tevdigerin. Dewleta Tirk li ser projeyeke wiha tifaqa xwe ya navxweyî Çêkiriye. Stratejiya wan jî wiha ye: Destpêkê PKK û gerîla ku asteng in wê bên tasfiyekirin. Ji bo hedefa xwe biçûk bikin, destpêkê gerîla dikin hedef û bi wî rengî tevdigerin. Lê esasî dixwazin ku destketiyên gelê Kurd hemûyan tune bikin.

'LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ EM BERXWEDANA NETEWEYÎ BIKIN'

Lewma em vê bangê dikin: Bi rengê neteweyî em li ber vê dagirkeriya dewleta Tirk rabin. Em berxwedana neteweyî bikin. Pêwîstiya neteweya me bi vê heye. Gelê me pêwîste di vê çarçoveyê de li welat û derveyî welat dakevin qadan, destekê bidin berxwedana gerîla, di heman demê de divê helwesta neteweyî bê nîşandan. Em çalakgerên ku li ser vê bingehê hewl didin hemûyan silav dikin. Divê her kes bi gotin û çalakiya xwe netewetiyê xurtir bikin. Nêzîkatiyên li derveyî vê yekê xizmetê ji berxwedana gerîla, ji neteweya Kurd re nake. Lê belê helwesta aliyan çi dibe bila bibe, em Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi biryar in; bi perspektîfa Rêber Apo em ê bersiva pêwîst bidin siyaseta Tirk a qirker û em ê bi ser bikevin. Em Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di vê dema dîrokî de bi berpirsyariyeke girîng û dîrokî re rû bi rû ne. Em ê xwedî li vê wezîfeya dîrokî derkevin. Bi navê gerîlayên fedayî yên Apoyî soza me ev e. Bila gelê me ji vê yekê ti carî gumanan neke, bila bi biryar be. Em hêvîdar in ku her kes li ser bingeha heman armanca pîroz tevbigere û ya pêwîst bike.

NE YEK, 3-4 GARÊ!

Encamê girîng ên vê berxwedana dîrokî ya çar rojan derkete holê. Weke ku tê zanîn berxwedana Garê çar rojan dom kiribû, encamên girîng hatibûn standin û dijmin têk çûye. Şerê niha dest pê kirî wê ne demkurt be, dirêjtir be. Belkî tevahiya salê bidome. Ji ber vê şer wê ne kurt be, dirêj bibe û encamên xwe mezin bin. Serfiraziya Garê derbeke mezin li dijmin da, lê ji bo heilweşîna vê rejîma faşîst û qirker tenê Gareyêk têrê nake. Divê weke Garê 3-4 serfiraziyên din jî bibin. Yek na, 3-4 Garê! Vaye niha diyarê lehengan, mekanê dîrokî Zagros ketin dewrê. Serfiraziya Zap, Avaşîn û Metîna wê deverû ketina dijmin temam bike. Jixwe rol û peywira berxwedana van herêman ev e. Ango wê serfiraziyên Garê çêbibe û wiha encam bi dest bikeve.

PERFORMANSA ÇAR ROJÊN PÊŞÎ YÊN GERÎLA

Dema ku mirov li performansa çar rojên pêşî yên şer dinere, ev encama 4 rojan ku bi bi keda şehîdên me yên leheng û hevrêyên me hatiye afirandin dibe ku bibe hîmê serfiraziyeke mezin. Hevrêyên me taktîkên sabotaj, suîkaste, derbkirin û ketina nav wan di zik hev de pêk anîn. Nexasim li Avaşînê çalakiya li ser Girê Pîramîtê çalakiyeke pir serkeftî ye. Em hemû hevalên ku tevlî vê çalakiyê bûne û keda wan tê de heye pîroz dikin. Bêyî ku ti ziyan were ser wan dijmin tasfiye kirin, bi ser cenaze de çûne û çek ji ser wan rakirine. Li vir taktîk û hostatî heye.

Her wiha di nav van 4 rojan de berxwedana li Girê Şehîd Serdar û Mamreşo berxwedaneke girîng e ku hêjayî pîrozkirinê ye. Hemû hevrêyên ku di nav berxwedanan de cih girtine û ked dane pîroz dikin. Li herêma Metîna, li qada Zendûra bi eynî şêwazî li groî taktîkên demê li vir encameke girîng hate standin. Hemû hevrêyên ku di berxwedana Zendûra de cih girtine wan pîroz dikin û serkeftina mezin ji hemû hevrêyan re dixwazin.

Li Avaşînê çar hevrêyên me yên leheng li dijî dijmin berxwedaneke dîrokî nîşan dane û nehiştine ku dijmin li qadê bi cih bibe. Em hevrê Ekîn, Çiyager, Dilşêr û Asya ku bi lehengî şehîd bûne bi hurmet bi bîr tînin. Şehîdên pêşî yên berxwedana dîrokî ne. Bi fedekarî, rih û berxwedana ku nîşan dane her demê wê mînak werin dîtin û bibin hîmê serfiraziya wê ku were bidestxistin. Em soza ku me dayî wan careke dî dubare dikin. Em ê heta dawî li ser xeta şehîdan bibin û bibin nûnerê vê.

'BERXWEDANA ME YA DI VÊ SERDEMA DÎROKÎ DE BERXWEDANA TEVAHIYA GELÊ KURD E'

Berxwedana me ya di vê serdema dîrokî de berxwedana tevahiya gelê Kurd e. Berxwedana me ya berxwedana demokrasî û azadiyê ya gelê herêmê ye . Berxwedana me ya azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê ye. Em ne ji bo ku tenê xwe û Qadên Parastinê yên Medyayê biparêzin vî şerî dikin. Em ji bo ku dijmin têk bibin û encamên mezin bi dest ve bînin vê berxwedana pîroz dikin.
Di vê serdema dîrokî de em keç û kurên Kurdistanê û gelê herêmê ji bo azadî, demokrasî, ji bo pêşî li qirkirinê were girtin, ji bo hebûn û jiyaneke birûmet vî şerê pîroz û dîrokî dikin. Îro tevahiya gelê me û cîhan li me dinere. Li ber çavê hemû cîhanê bi berxwedaniyeke lehengî divê em derseke girîng bidin dewleta Tirk a qirker ku celadekî faşîst e. Ev celadên gel in, xwînê vedixwin. Bi rijandina xwînê û rêbazên qirkirinê dixwazin desthilata xwe li ser piyan bihêlin. Li dijî vê faşîzma hov a dagirkeriya Tirk berxwedana di vê serdema dîrokî de bêguman wê bibe berxwedaneke pir watedar.

Bi vê çarçoweyê berxwedana pîroz ku hevrêyên me bi rihê fedayî yê Apoyî dikin serkeftinên mezin bi xwe re bîne, li quntarên çiyayên Zagrosan wê dîrokeke nû were nîvîsîn û meşa me ya azadiyê bi ser bikeve.''