NPG’ê çalakiyên Şemzînan û Geverê yên gerîlayan pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastinê ya Gel çalakiyên gerîlayan ên di 15’ê Tebaxê de li Geverê û di 16’ê Tebaxê li Şemzînanê pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastinê ya Gel peyamek ji Fermandariya Eyaleta Avaşînê re şand. Di peyama pîrozbahiyê de ev tişt hate diyarkirin.

“Di salvegera 35’emîn a 15’ê Tebaxê de, di 15’ê Tebaxê de li Girê Şehîd Afat ê Gevera Colemêrgê û di 16’ê Tebaxê de jî li Girê Leylekê yê Şemzînanê hêzên we yên eyaletê ketine nav çeperên dijmin û çalakiyên serkeftî li dar xistine.

Di çalakiya Girê Şehîd Afat de gerîla ketine çeperên dijmin, çûne ser cenazeyê 7 leşkeran û dema ku helîkopter hatine jî, gerîlayan li helîkopteran dane. Ev taktîkeke serkeftî ye. Di heman demê de li Girê Leylekê jî gerîlayan çeperên dijmin kirine hedef û çek ji ser leşkerên dijmin rakirine. Ev jî hêza gerîla nîşan dide. Gerîla wekî birûskê li leşkeran daye û dijmin mat maye. Li van qadan ên ku dijmin 24 saetan derdora xwe kontrol dike û çalakiyên ku hatine kirin li gorî ruhê serdemê ye. Ev çalakiyên di salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de gelekî watedar in.

Di her du çalakiyan de em fermandar û şervana pîroz dikin û dumahîka serkeftina wan dixwazin. Em bi hezkirin û rêz rêhevalên ku bi taktîkên dewlemend û performanseke bilind derbên giran li dijmin dane û hemû rêhevalên li eyaletê silav dikin.”