NPG'ê berxwedana gerîla ya li Cîlo silav kir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya NPG'ê, berxwedana hêzên gerîla yên li eyaleta Cîloyê, ku bi taktîkên afirîner ên gerîla bersiv dan bomberdûmana giran û operasyona artêşa Tirk a 10'ê Îlonê, silav kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), bi daxuyaniyeke nivîskî berxwedana hêzên gerîla yên eyaleta Cîlo silav kir, ku li hemberî bomberdûmana giran û operasyona 10'ê Îlonê ya artêşa Tirk, bi taktîkên afirîner ên gerîla bêyî windahiyan bidin, li ber xwe dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Çalakiyên we yên li dijî hêzên dijmin ên operasyonê, şerê 17'ê Îlonê ku hevalê Kanî Ûrmiyê bi lehengî şer kir û şehîd bû û operasyonên şoreşgerî yên piştre hatin kirin, encamên girîng derxistin holê. Bi taybetî operasyona roja 21'ê Îlonê ku ji sê baskan ve li hêzên dijmin hate xistin û di encamê de bi qasî 20 leşkerên dijmin hatin bêbandorkirin, çalakiya sabotajê ya 23'ê Îlonê ya li qada Kanî Orê ya li ser rêya Colemêrg-Çelê ya li derveyî herêma operasyonê ku 10 leşker hatin kuştin û çalakiyên li herêma navbera gundên Berdereş û Serangel ên li Geliyê Doskî ku herî kêm 10 leşkerên dijmin hatin bêtesîrkirin, asta performansa leşkerî ya hêzên me nîşan didin.

Di şexsê fermandariya we de, em hemû hevrêyên bi ked û fedakarî tevlî van çalakiyan bûne pîroz dikin. Em pê bawer in ku hûn ê hêzên dijmin ên hîn li operasyonê ne bi temamî ji hev bixin. Bi vê bîr û baweriyê hemû hevalan bi hezkirin û rêzdarî silav dikin û bi coşa şoreşgerî hêviya ji bo serketinê tînin ziman."