Nobetên Edaletê yên li Wan û Amedê didomin

Nobetên Edaletê yên ku malbatên girtiyan li Wan û Amedê dabûn destpêkirin, didome.

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye û nayên berdan li Baroya Amedê dabûn destpêkirin di roja 77'emîn de berdewam kir. Nobeda Edaletê heta niha ji bo piştgiriyê gelek kesan serdana malbatan kiriye. Îro jî hevserokên ANYAKAY-DER'ê Sultan Yagmekan û Xalit Batan serdana nobedê kirin.  

Hevseroka ANYAKAY-DER'ê Sultan Yagmekan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan û wiha got: "Em bang li hemû malbatên girtiyan dikin ku piştgiriyê bidin malbatên nobeda edaletê digirin. Bila werin em bibin dengê girtiyan.”  

Pişt re Fevziye Kolakan a 71 salî ku du lawên wê Ahmet Kolakan (47) ê 28 sal in girtî ye û lawê wê Mahsûm Kolakan (28) jî 8 sal in girtî ye axivî. Kolakan anî ziman ku ji bo adalete 77 roj in nobedê digirin û wiha got: “Girtiyên nexweş li ber mirinê ne. Em dixwazin zarokên me werin berdan û li malê werin tedawîkirin. Înfaza wan dişewitînin, em vê yekê qebûl nakin. Êdî em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehean derkevin. Em her roj heta serê sibehê di wê tirsê de ne ku wê cenazeyên zarokên me kengê ji girtîgehê derkeve. Ditirsim ku ez zarokên xwe nebînim û bimirin.”   

WAN

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Wanê jî di roja 52'yemîn de berdewam kir. Îro welatiyên taxa Xaçortê serdana malbatan kirin. Ji welatiyan Ayten Salgor axivî û diyar kir ku di demên dawî de li girtîgehan girtî jiyana xwe ji dest didin û ji bo tedawiya girtiyên nexweş birêkûpêk were kirin divê werin berdan. Salgor da zanîn ku ew piştevaniya malbatan dikin û xwest girtiyên nexweş tavilê werin berdan. Salgor bangî Wezareta Dadê kir û got: "Êdî bes e bila ev mirin werin rawestandin. Em naxwazin her roj agahiya mirina bibihîzin. Em ne mirinê, em edaletê dixwazin. Girtiyên nexweş berdin bila malbatên wan tedawiya wan bikin."