Nobeta malbatên Wanê didome: Divê dengê me bilind bibe

Berxwedana malbatên girtiyan a li Baroya Wanê didome. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay serdana çalakiyê kir.

Nobeta Adaletê ya malbatan ku ji bo girtiyên nexweş û înfazên wan hatine şewitandin li Baroya Wanê dabûne destpêkirin meha duyan li pey xwe hişt. Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêveberên Rêxistina Navçeyê ya Sarayê serdana çalakiyê kirin.

Hevserokê Rêxistina Navçeya Sarayê Seyfettîn Ozsoy got, ''Di serî de Aysel Tugluk hemû girtiyên nexweş divê werin berdan. Heke em destkê bidin, dengê xwe bilind bikin em dikarin vê nehiqûqî ji hemû cîhanê re vebêjin. Her wiha ji Rêzdar Ocalan agahî nayê standin .Em vê nehiqûqiyê şermezar dikni. Ji geşkirina têkoşînê pê ve ti rêyeke me ya dî nîne.''

Berdevaka  HDP'ê Ebrû Gunay jî diyar kir li Tirkiyê dad nîne, girtîheh bûne cihên mirinê û got, ''Her hevalê me yê girtî li dijî vê berxwedaniyeke mezin dike. Malbat jî ji bo mitaleyên xwe li ber xwe didin. Daxwaza malbatan a me ye jî. Em diyar dikin van binpêkirina mafan qebûl nakin û li dijî vê em ê têbikoşin. Em bang li Wezîrê Dadê dikin: Dengê malbatan bibihîsin, polîtîkaya êşkenceyê biqedînin û girtiyên nexweş berdin. Bêyî ku bi derengî bikeve em dixwazin ku hûn tiştinan bikin.''