Nobeta malbatên şehîdan a li dijî PDK'ê didome

Meclîsa Malbatên Şehîdan di roja 61'ê de çalakiya nobetê ya ber Deriyê Sînor ê Sêmalka didomîne.

Çalakiya nobetê ya Malbatên Şehîdan ya bi sedema ku PDK cenazeyan bide di roja 61'ê de didome.

Çekdarên bi ser PDK'ê ve ku di operasyona dagirker a AKP-MHP'ê de cih digirin li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê 28-29'ê Tebaxê kemîn danîbûn, di kemîna PDK'ê de 5 gerîlayên HPG'ê şehîd bûbûn, 1 jê birîndar, 2 gerîla sax filitîbûn. PDK ku dest li ser cenazeyan daniye ev 98 roj in cenazeyên gerîla nade malbatan.

Malbatên ku li Deriyê Sînor ê Sêmalka çalakiya nobetê digrin, xwestin ku ji deriyê sînor derbasî Herêma Federa a Kurdistanê bibin. Çekdarên PDK'ê malbat asteng kirine. Dayikên Aştiyê û malbatên gerîlayan li ser vê astengkirinê li ber Deriyê Sînor ê Sêmalka kon danîn, dest bi nobetê kirin. Ji bo ku cenazeyên Nesrîn Temîr a gerîlaya YJA Starê û Yusuf Ibrahîm ê HPG'yî werin standin Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê li ber Deriyê Sînor ê Sêmalka kon danî û çalakî da destpêkirin. Çalakiya nobetê ya malbatan kete roja 61'ê.

Desteka li çalakiyê didome, ber bi cihê çalakiyê ve serdanÊn griseyî çêdibin. Gelek sazî û dezgeh, rêxistinên civakî, partiyên siyasî çalakiyê dewr distînin. Dayikan diyar kirin heta ku cenaze werin standin ew ê çalakiyê bidomînin.