Nobeta malbatên girtiyan didome: Divê em bibin dengê girtîgehan!

Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amed û Wanê dabûn destpêkirin, didome. Di nobetan de bang hate kirin ku divê em bibin dengê girtîgehan.

AMED

Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên dema cezayê wan qediyayî li Baroya Amedê daye destpêkirin, 81 roj li pey xwe hiştin. Hinek alimên olî yên bajêr îro çûn serdana malbatên di çalakiyê de. 

Ji çalakvanan hevjîna girtiyê nexweş Siddik Guler a bi navê Hasîna Guler diyar kir ku ev bû 82 roj bi mebesta edaletê çalakiyê dikin û wiha got: “Bes e êdî bila ji girtîgehan darbest dernekevin. Heta niha 9 darbest ji girtîgehan derketin. Kezeba me dişewite. 9 kes tê wateya 9 hezar kesan. Her yek ji wan bi hezaran e.” 

Yek ji çalakvanan Hakki Boltan jî destnîşan kir ku ji bo teşhîrkirina bêedaletiyê di çalakiyê de ne û wiha domand: “Hemû bêedaletiyên li Tirkiyeyê ji ewil li girtîgehan dest pê dikin. Heke gel xwedî li girtîgehan derbikeve, ev binpêkirin dê zûtir bi dawî bibin. Rewşa girtiyên ku nexweşiya wan giran e her ku diçe xerabtir dibe. Lewma roj naçe ku darbestek ji girtîgehan dernekeve. Her tim hewayê şînê li malên girtiyan serwer e. Fikarên me hene. Hesta mayîna li benda cenazeyê zarokê xwe, hestekî gelek xerab e. Banga min a ji bo hemû partî û rêxistinên civaka sivîl ew e ku xwedî li çalakiya me derkevin. Dê çalakiya me bidome.”

WAN

Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan, li Baroya Wanê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Çalakî di roja 56’emîn de berdewam e. Dayika girtî Malik Demîragaç ku ev 6 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê tê ragirtin Emîne Demîragaç, bavê girtî Sînan Salhan ku ev 10 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê dimîne Suleyman Salhan û bavê girtî Botan Tîmûr ku 6 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dimîne Kazim Tîmûr îro çalakî berdewam kirin. Rêveberên Komeleya Lêkolînên Olî û Hunerî (ARSÎSA) ya Wanê û yên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) çûn serdana çalakvanan. 

Ji rêveberên ARSÎSA’yê Agît Ararat got ku ew xwedî li sekna birûmet a dayikan derdikevin û ev tişt anî ziman: “Em her tim bi malbatan re ne. Daxwazên wan, daxwazên me jî ne. Binpêkirin û tecrîda li ser girtîgehan didome. Malbata Şenyaşar li Rihayê û ya Gulistan Doku jî li ber Edliyeya Dêrsimê li edaletê digerin. Dayikên me li Amed û Wanê li edaletê digerin.”  

Ji çalakvanan Emîne Demîragaç xwest ku zarokên wan bên berdan û diyarkir ku li Tirkiyeyê edalet nîne. Demîragaç da zanîn ku ev 6 sal in tenê carekê kurê xwe dîtiye, nikare biçe serdana kurê xwe û xwest ku deriyên girtîgehan bên vekirin.  

Bavê Sînan Salhan ê 75 salî Suleyman Salhan jî wiha got: “Gelo ma li herêma me girtîgeh nînin ku kurê min veguhestin Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê? Çima birin Bafrayê? Em edaletê dixwazin. Ez hatim 75 saliya xwe lê heta vî emrê xwe jî min li vî welatî edalet nedîtiye. Heke we dîtibe, ji kerema xwe nîşanî min jî bidin.”