Nobeta malbata Şenyaşar: Em edaletê dixwazin, ne dilrehmiyê!

Nobeta Malbata Şenyaşar dewam dike. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî tevlî nobedê bû û got, "Malbata Şenyaşar edaletê dixwaze, ne dilrehmiyê."

Xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê êrîş birin ser dikana malbata Şenyaşar. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin.

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 525’an de ye. Emîne û Ferît Şenyaşar serê sibehê ji Pirsûsê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê. Polîsan nehişt ku dayik û kurê wê li sîberê rûnin û wan jî li gel Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, li “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kirin. Endamên platformê wê tevahiya rojê bi malbatê re nobetê bigire.

Berdevkê Demê yê Platformê Gokhan Dayik di çalakiyê de axivî û da zanîn ku ew bi malbatê re ne û wiha got: "Bi awayekî derhiqûqî li malbatê qedexe kirin ku bikevin avahiya edliyeyê. Divê ne qedexeyan, daxwaza edaletê ya malbatê pêk bînin. Daxwaza malbatê pir eşkere ye. Divê nepeniya li ser dosyaya nexweşxaneyê were rakirin, faîl bên darizandin û Fadil Şenyaşar ê di hucreya yekkesî de tê ragirtin were berdan. Daxwaza malbatê edalet e, ne dilrehmî ye. Tiştekî ji rêzê nîne ku ev 4 sal in biryara nepeniyê li ser dosyaya nexweşxaneyê heye. Bawerim mînaka vê li Tirkiyeyê nîne. Eşkere ye ku zexta siyasî û hesabên cuda li ser dosyayê hene. Hesabên kê li ser vê dosyayê hebin, divê dev ji van hesabên xwe berde û edaletê pêk bînin."

Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku li holê bêhiqûqiyek heye û ev tişt anî ziman: "Her kes vê zilmê dibîne. Dayikeke heye ku hevjîn û du kurên wê hatine kuştin. Lê biryara nepeniyê didome. Edalet pêk nehatiye lewma zilm jî dewam e. Di rewşeke wiha ya zilmê de em jî nikarin li jiyana xwe ya asayî vegerin û li mala xwe rûnin. Divê rayedar di zûtirin demê de tişta pêwîst bikin. Wê zext nekaribin me têk bibin. Heta ku edalet pêk bê jî em ê ji ber edliyeyê neçin."