Nobeta Malbata Şenyaşar di roja 341’an de didome

Nobeta Edaletê ya ku Malbata Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja 341’an de didome.

Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterên AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjînê dayika Emîne Şenyaşar û 2 kurên wê hatin kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Li ser vê yekê, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. Çalakiya malbatê di roja 341’emîn de jî berdewam kir. 

Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye nayê vekirin, malbatê çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam kir. Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir û wiha got: “Em ne kesên navdar in lê bi saya çalakiya xwe ya li dijî neheqî û bêhiqûqiyê, êdî li Tirkiyeyê hemû kes me nas dike û xwedî li têkoşîna me derdikevin. Hûn ê nikaribin me bêdeng bikin û me jinedîtî ve bên. Ji ber ku dinya alem tev dizane ku em mafdar in.”