Nobeta Edaletê ya li Wanê: Heta azadiyê emê di çalakiyê de bin!

Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan ên li Wanê di roja 57’an de ye. Malbatan gotin, “Heta girtî azad dibin emê di çalakiyê de bin.”

Nobeda Edaletê ya ji bo serbestberdana girtiyên ku înfaza wan hatî şewitandin û girtiyên nexweş ku ji aliyê malbatên girtiyan li Baroya Wanê dane destpêkirin, di roja 57’an de berdewam dike. Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Wanê, ji bo piştevaniyê malbatên nobedar ziyaret kirin. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK'ê Zekî Seven got, "Li vî welatî fermana bêhiqûqiyê dewam dike. Herî zêde jî ev zextane li ser girtiyan û girtiyên nexweş bi giranî dewam dikin. Em dixwazin dawî li bêhiqûqî û êşkenceya li girtîgehê were anîn. Em îro ji bo piştgiriyê bidin têkoşîna dayikên xwe û nîşan bidin ku em li cem wan in hatin."

Hevjîna girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan Dilşah Alkan jî got, "Em ê bi têkoşîn û îradeya xwe edaletê pêk bînin. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Çalakiya me heta azadkirina wan wê bidome."