Nobeta Edaletê ya li Wan û Amedê didome

Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amed û Wanê dabûn destpêkirin, didome.

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyaye û nayên berdan li Amedê û Wanê berdewam dike. 

Nobeda Edaletê ya malbat ku li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 65’emîn de ye û malbat îro jî evî berfa ku bariya û rê hatin girtin jî çûn baroyê û nobed girtin. 

Xezal Yildirim a beşdarî nobedê dibe diyar kir ku ew bi lawê xwe Mehmet ku li Girtîgeha Bafraya Samsûnê girtî ye re bi telefonê axivî ye û wiha got: “Li gel ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan û berdana wî hatiye taloqkirin. Bila êdî zarokên me werin berdan. Em aştiyê dixwazin. Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin. Tevî vê hewa sar û berfê jî ji Parka Koşûyolû heta vir meşiyam û hatim. Ez du caran di rê de şemitîm û ketim erdê. Heta zarokên me werin berdan em ê li vir bin.” 

Xwişka girtî Încî Guler jî wiha got: “Em naxwazin ji hefs û zindanan cenaze derkevin. Vê berfa ku bariyaye agirê di kezeba me de natefîne. Çimkî girtiyên me yên nexweş ji bîra me dernakevin. Heta em bigihîjin encamê em ê li vir bin. Em ê li pey zarokên xwe bin.” 

WAN

Nobeda Edaletê ya malbatan ku li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 40’î de berdewam kir. Gelek kesan serdana nobedê kirin û piştgirî dan malbatan.