Nobeta Edaletê ya li Amedê di roja 31’an de didome

Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amedê dabûn destpêkirin di roja 31’an de didome.

Xizmên girtiyan 31 roj in li avahiya xizmetê ya Baroya Amedê di Nobeta Edaletê de ne.

Rêveberên HDP, DBP yên navçeyan, Komîsyona Girtîgehan a Navenda OHD’ê û rêveberên şaxên Riha û Mêrdînê çûn serdana nobetê.

Hevserokê HDP’a Hezroyê Alîha Kûşlû diyar kir ku bala wan li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e û piştevaniya xwe ya ji bo malbatan nîşan da.

Li ser navê xizmên girtiyan Hasîne Guler jî diyar kir ji bo kes li girtîgehan jiyana xwe ji dest nedin, banga hevgirtinê kir.

Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navenda OHD’ê Yûsûf Çakas jî got “Di nava hefteyekê de 4 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Ev girtî yekser hatin kuştin. Ev jî diyar dike ev nobet çiqasî mafdar e. Bi taybetî mirina Halîl Guneş wekî cînayetê ye. Ligel ku rewşa wî gelekî giran e, li ser navê karantînayê wî dixin hucreyê. Şertên hucreyan jî ne li gorî nexweşan e. Gelek girtiyên din di van şertan de dijîn. Odeyên karantînayê bûne odeyên mirinê.”

Xizma girtiyan Herdem Merwanî jî got “Di nava hefteyekê de 4 rêhevalên me jiyana xwe ji dest dan. 17 rojan di şertên giran de hiştine.Ji  dêvila ku wê wan baş bikin, wan terkî mirinê dikin. Divê em dengê xwe bilindtir bikin. Ev tişt ne bi tenê peywira baro, Komeleya Mafên Mirovan û OHD ye. Ev pirsgirêka Tirkiyeyê û divê her kes xwedî lê derkeve.”

Rêveberê Desteya Rêveberiyê ya OHD’a Rihayê Serdar Tum jî diyar kir ku wê piştgiriyê bidin çalakiya nobetê.

Încî Guler a ku ew jî xizma girtiyan e, bang li malbatan kir ku bila piştgiriyê xurttir bikin.