Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş didome

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş di roja 46’mîn de didome.

Nobeta Edaletê ya li avahiya xizmetê ya Baroya Amedê ku ji aliyê malbatan ve hatiye destpêkirin di roja 46’mîn de berdewam dike. Di nava rojê de gelek kes çûn serdana malbatên ku nobetê digirin. Malbatan bi wesîleya sala nû xwestin girtiyên nexweş bên berdan.

Melîke Alp (63) ya ku ku yek ji wan koma ku malbatan ziyaret kirî ye anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li girtîgehan jî destpê kiriye û got, "Divê em piştgiriyê bidin çalakiya Nobeta Edaletê."

Bavê girtiyê nexweş Civan Boltan Hakkî Boltan di Nobeta Edaletê de peyama sala nû parve kir û diyar kir ku nêzî 2 meh in ew weke malbat nobetê digirin. Boltan her wiha got, “Girtiyên bi nexweşiya giran û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin, divê demildest bên berdan. Bi edaleta ku wê ji bo zarokên me were wê krîza siyasî û aborî ya heyî çareser bibe û aramî bigihîje hemû welat. Em hêvî dikin ku sala 2022’an ji me re azadî û aştiyê bîne.”