Nobeta Edaletê ya Amedê: Edalet ji herkesê re lazim e

Meclîsa Jinan a HDP’a Çewligê û xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firat, serdana malbatên ku 42 roj in Nobeta Edaletê didomînin, kirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê daye destpêkirin di roja 42’yemîn de ye. Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Çewligê û xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firat îro serdana malbatan kirin. Li eywana ku pankarta “Girtîgeh dikujin, ji bo girtiyên nexweş azadî” hat daliqandin.

‘EDALET JI HERKESÊ RE LAZIM E’

Rêvebera Rêxistina HDP’a Çewligê Emîne Kaya diyar kir ku wê edalet ji herkesê re lazim be û wiha got: “Bêhiqûqî herî zêde li bajarên herêmê heye. Edalet herî zêde ji Kurdan re lazim e. Ji ber dilê dayik û bavên girtiyan dişewite îro li vir in. Bila hemû Tirkiye û cîhan vê lêgerîna edaletê bibîhize. Em li cem malbata ne.”

Endama Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Çewligê Songul Barcadûrmûş ji axivî û bi lêv kir ku bêedaletiyê hemû welat dorpêç kiriye û wiha axivî: “Pêkanînên keyfî li ser Kurdan hene. Li dijî vê bêedaletiyê em berxwedana xwe bidomînin. Ji bo edaletê çi pêwist be em ê bikin. Em ji bo vê bangên xwe yên êdaletê yên li kolan û cadeyan dubara bikin. Bi rejîma yek zilamî re pêkanînên li derveyî mirovahiyê li ser gelan û girtiyan tên ferzkirin. Ez dixwazim diyar bikim ku em ê bibin dengê berxwedana ku li vir ji bo edaletê tê kirin.”

BERTEK NÎŞANÎ ATK’Ê DA

Bavê girtiyê nexweş Civan Boltan, Hakki Boltan jî diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan qebûl nakin û bi lêv kir ku girtî ji ber nasnameya xwe ya Kurd nayên berdan.” Boltan bertek nîşanî raporên ku Saziya Tiba Edlî (ATK) dide girtiyan da û wiha axivî: “Sondên xwe yên hîpokrat pêknaînin. Ji ber sedemên cuda wan di girtîgehan de digirin. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. Girtiyên ku 30 sal in girtî ne nayên berdan. Mehkûmî mirinê dikin. Em dixwazin dengê me bilindtir bibe.”

BANGA PIŞTGIRIYÊ

Xizmên Girtiyan Încî Guler û Fevziye Kolakan jî diyar kirin ku rewşa girtiyan ber bi nebaşiyê ve diçe û ji mirinên di rojên dawî de li girtîgehan pêk hatin bi fikar in. Guler û Kolakan xwest ku rêxistinên sivîl ên civakî piştgiriya wan bikin.

Piştî axaftinan dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê jî di serdanê de stran sitîrîn.