Nobeta Edaletê ya Amedê: Bila girtiyên nexweş serbest werin berdan

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazê wan hatine şewitandin ku li Amedê Nobeta Edaletê digirin, anî ziman ku divê girtiyên nexweş demildest serbest werin berdan.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 41'an de berdewam dike. Dayika Mehmet Yildirim ku li Girtîgeha Bafrayê girtî ye Hazal Yidirim, hevdîtina bi telefonê ku duh bi kurê xwe re kiribû vegot û wiha axivî: "Kurê min got ku Emrûllah Gezer û Kazim Kit ku li balê dimînin rexmî ku dema înfaza cezayê wan bi dawî bûye jî berdana wan hatiye taloqkirin. Kurê min got ku rapora Kazim Kit heye. Divê demildest girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane bên berdan. Heta ku daxwazên zarokên me bên qebûlkirin em ê li vir bin û ji vir neçin. Em bang li hemû dayikan dikin ku piştgirî bidin me û xwedî li zarokên xwe derkevin."

'DIVÊ MALBATÊN GIRTIYAN LI DIJÎ ZILMÊ RABIN'

Xizmê girtiyan Încî Guler jî da zanîn ku roj bi roj rewşa girtiyên wan ne baş dibe û wiha got: "Kesên ku ji xwe re dibêjin em mirov in û mirinê naxwazin û hemû sazî û dezgehên li Tirkiyeyê divê li me xwedî derkevin. Di vê derbarê de em banga hestiyariyê li wan dikin. Demildest ji bo ku bên tedawîkirin divê girtiyên nexweş bên berdan û girtiyên cezayên wan qediyane bê tehliyekirin. Divê hemû malbatên girtiyan li dijî vê zilmê rabin."

‘GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN TEDAWÎKIRIN‘

Xizma girtiyan Feyziye Kolakan jî destnîşan kir ku girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û ev tişt got: "Madem hûn girtiyên nexweş tedawî nakin, wê demê wan berdan bila malbatên wan ew tedawî bikin. Heta girtina mafê xwe em li vir in. Em li pişt zarokên xwe ne. Bila malbat li zarokên xwe xwedî derkevin."