Nobeta Dadê ya li Amedê di roja 44'an de didome

Nobeta Dadê ya ku li Amedê malbatên girtian dane destpêkirin di roja 44'an de didome.

Çalakiya Nobeta Dadê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan, li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 44’an de didome. Yek ji xizmê girtiyan Hakki Boltan, destnîşan kir  heta encamekê bigirin wê nobeta xwe bidomînin û wiha got: “Armanca me ya ewil ew e ku girtiyên bi nexweşiyên giran werin berdan. Ya dî jî em dixwazin girtiyên ku ev cezayê wan 30 sal e û qediyaye werin berdan. '' 

Xizma girtî Fevziye Kolakan jî bang kir ku girtiyên nexweş bên berdan û wiha got: “Ne 44 roj 44 sal jî derbas bibin em ê vê têkoşîna xwe bidomînin.”