Nobeta Dadê didome: Ji bo ku Kurd in zarokên me girtî ne

Xizmên girtiyan ku Nobeta Dadê digirin gotin, ''Ji bo ku Kurd in zarokên me bi salan e girtî ne.''

Nobeta Dadê ku xizmên girtiyan li Baroya Amedê dane destpêkirin kete roja 50'î. Ji malbatan hin jê îro li Meclîsa Enqerê bûn û daxwazên xwe li Meclîsê anîn ser zimên, ji ber vê jî îro tenê 2 malbat li çalakiyê hazir bûn. Feyziye Kolakan a çalakger got, ''Ne 50 roj 50 sal jî bidome heta ku em zarokên xwe bistînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.''

Kolakan bal kişande ser rewşa girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û got, ''Girtiyekî ku ev 30 sal in girtiye jixwe înfaza xwe hatiye şewitandin, çima poşmaniyê lê ferz dikî? Zarokên me ji bo zimanê xwe, ji bo ku Kurd in ev bi salan e girtî ne.''