Nobeta Dadê didome: Em xwedî li serhildana dayikan derkevin

Li Amedê û Wanê berxwedana malbatên girtî didome. Di çalakiyan de bang hate kirin ku tevlî mîtînga li Amedê bibin û xwedî li serhildana dayikan derkevin.


Hevseroka Rêxistina HDP’a Amedê Gulistan Atasoy serdana Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan kir û got ew ê tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li mitînga dê li Qada Îstasyonê li dar bixin de bînin ziman. 
 
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan li Bariya Amedê di roja 64’an de berdewam kir. Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Amedê serdana nobetê kirin. 
 
Ji malbatên girtiyan Reşahat Ada diyar kir ku ew naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin û got: “Em di xwesteka edaletê de bi israr in. Em ê biçin saziyan jî, biçin Saziya Tiba Edlî jî û kuçeyan jî. Çi hewce bike em ê wê bikin. Têkoşîna zarokên têkoşînek bi rûmet e. Lewma wê serê xwe netewînin. Ji doza xwe ne poşman in.” 
 
Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy jî da zanîn ku serî rakirina dayikan li bajarên din jî belav bûye û wiha got: "Ev daxwaz tenê ne daxwaza vir bi tenê ye. Daxwaza bi milyonan xelkê ye. Heta ku yasa û hiqûq neyên şixûlandin em ê nikaribin behsa azadî û demokrasiyê bikin. Lewma divê bi milyonan însan deng bide vê têkoşîna malbatan. Pêwîste hem li Tirkiyê hem jî li Kurdistanê piştevaniya daxwaza malbatan were mezinkirin.” 
 
Atasoy bi bîr xist ku HDP wê di 22’yê çile de li Qada Îstasyonê bi dirûşma “Em HDP’ê diparêzin” li dar bixe û wiha got: “Em mitîngek mezin li dar dixin. Ji bo tecrîd rabe, girtiyên nexweş werin berdan, binpêkirinên mafan werin bidawîkirin, kesên ku bi neheqî girtî ne werin berdan em ê li Qada Îstasyonê bin. Em dixwazin her kesê li dijî tecrîdê û binpêkirina mafan be û edaletê dixwaze beşdarî mitînga me bibin.” 

WAN

Nobeta Dadê ya Xizmên Girtiyan a li Baroya Wanê jî di roja 39'an de didome. Rêxistina Navçeya Tûşbayê ya HDP'ê serdana malbatan kirin. Her wiha Şaredara Tûşbayê Ayşe Mînaz ku peywira wê hatî desteserkirin jî got tecrîda li Imraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd hatî danîn li hemû girtîgehan hatiye berbelavkirin û got, xasma jî ji pandemiyê û wir ve girtîgeh bûne êşkence.

Mînaz bal kişande ser rewşa girtiyên nexweş û xwest ku girtî demildest werin berdan.