Nobeta Adaletê ya Şenyaşaran didome

Nobeta Adaletê ya malbata Şenyaşar di roja 321'an de didome.

Di 14'ê hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê 3 ferdên malbata Şenyaşar kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9'ê adara 2021'an de li dijî vê zilma ku li wan hat kirin li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza edaletê dest bi nobetê kirin. Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 321'an de berdewam dike. Ji ber ku îro dawiya heftê ye malbata nobeta xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev peyam da: "Rayedarên ku li dijî zilm û neheqiyê peywira xwe nakin; bi qasî kujerên malbata vê dayikê ku li nexweşxaneyê kuştin sûcdar in. Di van awiran de gazin heye. Di van awiran de êşeke nikare bê terîfkirin heye. Di van awiran de esalet heye.''