Nobeda malbata Şenyaşar di roja 345'an de ye

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên hatin qetilkirin têkoşîna edaletê dimeşîne, di roja 345'an a çalakiyê de careke din destnîşan kir ku wê serî li ber zilmê netewîne.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe dewam dike. Çalakiya nobeda edaletê ku di 9'ê Adarê de dest pê kir di roja 345'an de ye.

Li ser hesabê twîtterê yê malbata Şenyaşar peyamek hate parvekirin û hate destnîşankirin ku wê serî li ber zilmê netewînin.