Nobeda malbata Şenyaşar di roja 295'an de ye

Emîne Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe daxwaza edaletê dike û 295 roj in nobedê digire, nerazîbûn nîşanî bêdengiya li hemberî daxwaza wan da.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku sê ferdên malbata xwe di êrişa AKP’iyan de ji dest da, ji 9’ê Adarê ve li edaletê digerin. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 295’emîn de ye. Malbat vê sibehê ji navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê û dest bi çalakiya xwe ya nobedê kir.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal waliyê Rihayê Abdullah Erîn, Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, parlamenterê AKP’ê Ahmet Eşref Fakibaba û Serokê TBB’ê Erînç Sagkan etîket kirin û ev peyam parve kir: "Li ber çavê bi sedan xebatkarên cemaweriyê, parlamenterekî AKP'ê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qetlîam tê kirin. Ji kesî deng dernakeve. Ji ber ku ji kesî deng dernakeve, cihê ku agirê lê dikeve dişewitîne û ev şewat didome. Her kes bi îbret temaşe dike. Nobeda me ya Edaletê di roja 295’emîn de ye."