Nobeda Edaletê ya Wanê didome

Parlementerê HDP’ê Sezaî Temellî çû serdana Nobeta Edaletê ya Wanê û diyar kir ku li girtîgehan li hemberî girtiyan hiqûqa dijminatiyê tê kirin.

Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyan a li Baroya Wanê 73 roj in didome. Malbat dixwazin girtiyên nexweş bên berdan û balê dikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan. Nobed îro ji hêla dayika Malîk Demîragaç ê ku li Girtîgeha Bandirmayê ya Tîpa T'yê girtiye Emîne Demîragaç, Hevjîna Ebedîn Abî yê ku li Girtîgeha Bunayana Kayseriyê ya Tîpa F'yê girtiye Zubeyde Abî û bavê Botan Tîmûr ê ku li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê girtiye Kazim Tîmur ve hat berdewamkirin. 

Îro parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Wanê Muazzez Orhan û Sezaî Temellî, Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci yê ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, Hevseroka HDP'a Wanê Handan Karakoyun û rêveberên HDP'ê serdana nobedê kirin. 

‘LI TIRKIYEYÊ BÊEDALETIYEKE MEZIN HEYE’

Parlamenter Sezaî Temellî, di serdana nobedê de wiha axivî: "Heke li welatekî mirov li ser wateya edaletê raweste, divê mirov di serî de girtîgehên wî welatî binêre. Li Tirkiyeyê îro bêadelatiyeke mezin heye. Ev tişt li girtîgehan xuya dike. Li girtîgehan binpêkirina mafan derketiye asta herî jor. Girtiyên siyasî bi îşkenceyan re rûbirû dimînin. Çalakiya ku ji hêla dayikan ve hatî destpêkirin, ji bo parêzvanên mafên mirovan û alîgirên demokrasiyê yên li Tirkiye û Ewropayê re bangewaziyek e. Di vê helê de divê her kes hestiyar tevbigere. Niha li girtîgehan herî zêde hezar û 400 girtiyên nexweş hene. Di nav wan de rewşa 400 girtiyan jî giran e. Wezareta Dadê, dezgehên girtîgehê û Saziya Tiba Edlî (ATK) vî tiştî baş dizanin. Lê ligel zanînê jî ev rewş didome."

DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN

Temellî banga serbestberdana girtiyên nexweş kir û got: "Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Her wiha bi sedan girtiyên wek Aysel Tûglûk ên raporên wan heyî nayên berdan. ATK li dijî sonda Hîpokratê raporek amade kir. Em bang li derdorê dikin ku kesên sonda Hipokratê kirine bila tişta ku pêwist bike. Divê tişta ku hewce ji hêla Wezareta Dadê ve bê kirin."