Nobeda Edaletê ya Wanê: Bila êdî darbest ji girtîgehan dernekeve

Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku li Baroya Wanê dan destpêkirin, di roja 20'an de didome.

Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Wanê dan destpêkirin di roja 20'an de didome. Jinên di rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de yên Erdîş, Mûradiye û Çardêranê serdana malbatên di nobedê de kirin. Hevseroka HDP'a Çardêranê Gonul Ûzûnay ku di serdanê de axivî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir ku naxwazin darbest ji girtîgehan derkevin.

BANGAWAZÎ

Ûzûnay destnîşan kir ku her diçe li seranserê welêt tecrîd zêdetir dibe û ji ber vê li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne. Ûzûnay bang li raya giştî kir ku ji bo girtiyên nexweş tevbigere û got: "Girtî di şertên herî giran de jî li ber xwe didin. Lê em li derve xwedî ev qas derfetan e lê bêdeng in. Demildest divê ev bêdengî bi dawî bibe û her kes ji bo azadiya girtiyan dengê xwe bilind bike."

‘EM Ê BI SER BIKEVIN'

Aslihan Tîmûr a di nobedê de diyar kir ku serdanên gel moralê wa baştir dike û got: "20 roj qediyan, lê em yeqîn dikin ku em ê bi ser bikevin."