Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 48'an de ye

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ku li Amedê dan destpêkirin, di roja 48'an de ye. Xizmên girtiyan gotin, "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em li vir in."

Nobeda Edaletê, ku ji bo berdana girtiyên nexweş li avahiya Baroya Amedê dest pê kir, di roja 48'an de ye.

Ji xizmên girtiyan Fevziye Kolakan got, "Heta bicihanîna edaletê em li vir in. Em dixwazin girtiyên me yên nexweş bêne berdan. Em qebûl nakin ku yên cezayên wan qediyane nayên berdan. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em li vir in. Em nikarin vê êşê êdî rakin. 23 sal in li ser rêya girtîgehê me û yekane tişta ku min dîtî tenê zilm e. Eger wê tedawî nekin bila berdin em tedawî bikin. Bila êdî mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest nedin."