Nobeda 'Edaletê' ya Malbata Şenyaşar di roja 39'an de ye

Malbata Şenyaşar, bi daxwaza edaletê 39 roj in li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobedê dike.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji ber êrişa xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê bi birîndarî ji êrişê filitî, li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza 'edaletê' 39 roj in çalakiya nobedê dike.

Malbata Şenyaşar serê sibehê hatin ber edliyeyê û dest bi çalakiya nobedê kir. Bi kaxiza bi nivîsa "Edalet" û wêneyên ku hildidin, malbata Şenyaşar bala welatiyan û parêzeran dikişîne ser komkujiya ku li wan hatiye kirin.