Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 322'an de ye

Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bênavber dewam dike. Îro roja 322'an a Nobeda Edaletê ye.

Xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, 14'ê Hezîranê 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kirin û 3 ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, 9'ê Adara 2021'an li ber Edliyeya Rihayê li dijî vê zilma ku li wan hat kirin bi daxwaza edaletê dest bi nobeta edaletê kirin. Nobeta edaletê ya malbatê di roja 322'yemîn de dewam dike. Ji ber serma û şertên hewayê Emîne Şenyaşar nobeta xwe ya li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne. Ferît Şenyaşar jî hat ber edliyeyê dest bi nobetê kir.