Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dewam dike

Malbata Şenyaşar nêzî 300 roj in çalakiya ji bo edaletê dewam dike.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14'ê Hezîranê de êrişî malbata Şenyaşar kirin û 3 ferdên malbatê kuştin. Li dijî vê zilma li ser ferdên malbata xwe Emîne Şenyaşar û kurê Ferît Şenyaşar, bi daxwaza edaletê di 9'ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobeta malbatê di roja 293'yan de didome.

Ji ber ku îro dawiya hefteyê ye malbat nobeta xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev parvekirin kir: "Kî bi kîjan hêze re çi dike li holê ye herkes dizane û dibîne. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyek organîzekirî heye. Lê rayedar ker û lal in. Kesên ji zilmê re bêdeng bimînin wê êriş li wan jî were kirin."