Nobeda Edaletê ya li Wanê di roja 18'an de ye

Nobeda Edaletê ya ku xizmên girtiya li Wanê dane destpêkirin, di roja 18'an de ye.

Malbat dixwazin girtiyên nexweş û yên ku li gel bidawîbûna ceza nayên berdan, serbest bên berdan. Bi vê armancê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê çalakiya nobedê hate destpêkirin.

Di roja 18'an a çalakiyê de xizma girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan Dilşah Alkan got, "Em dixwazin girtiyên nexweş bêne berdan. Em naxwazin girtiyên nexweş li girtîgehê bimirin. Bang li malbatan hemûyan dikim ku tevlî nobedê bibin. Êdî bes e, heta kengî wê bi vî rengî dewam bike. Em edaletê dixwazin."