Nobeda Edaletê: Êdî bes e, zarokên me berdin!

Di çalakiya Nobeda Edaletê de ya li Amedê, ku ji aliyê xizmên girtiyan ve tê meşandin, banga "Êdî bes e, zarokên me berdin" hate kirin.

Xizmên girtiyan li avahiya Baroya Amedê 76 roj in ji bo edaletê nobedê digirin.

Malbatên girtiyan dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên cezayê li wan hatiye birîn bi dawî bûne, tavilê bêne berdan.

Di roja nû ya çalakiyê de dayika girtiyê bi nexweşiya giran Civan Boltan, Nazîme Boltan got, "Êdî bes e, zarokên me berdin."

Nazîme Boltan got, "Em derman bikin. Girtiyên me yên extiyar hene. Hûn ê heta kengî van girtî bihêlin? Qet nebe bila di kêliyên dawî de bi malbatên xwe re bin. Em edaletê dixwazin. Edalet rojekê ji her kesî re lazim e."

Ji xizmên girtiyan Nûray Abay got, "Em ji bo girtiyên nexweş li vir in û heta encamê bi dest bixin em ê li vir bin."