Nobeda Demokrasiyê ya Mêrdînê: Gotina dawî wê ya me be!

Nobeda Demokrasiyê ya li dijî qeyûman a li Mêrdînê didome. Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş got: “Me serî li ber darbeya 12’ê Îlonê netewand, em li ber we qet natewînin! Gotina dawî jî em ê bikin.”

Nobeda Demokrasiyê ya li dijî qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên HDP'ê hatiye destpêkirin, li Mêrdînê di roja 25'an de domiya. Polisan, bi hinceta qedexeya çalakiyan a mehekê ya Walîtiya Mêrdînê, destûr neda ku HDP'î çalakiya xwe li Parqa Karayollariyê pêk bînin. Ji ber vê yekê HDP'iyan di bin dorpêça polîsan de li ber avahiya HDP'ê ya Mêrdînê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştî çalakiya rûniştinê ku bin stran û tilîliyan domiya, daxuyanî hatin dayîn.

Destpêkê parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay axivî. Gunay darbeya 12'ê Îlona 1980'yî bibîr xist û got ku darbe îro jî bi darbeya qeyûman didome. Gunay destnîşan kir ku ji duh heta îro li hemberî darbeyan derketine û heta qeyûm biçin dê çalakiya xwe bidomînin.

Piştî Gunay, Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş axivî û diyar kir ku ji ber ku darbekarên 12'ê Îlonê bi awayekî rast nehatine darizandin, darbeyên nû li welat pêk tên. Beştaş destnîşan kir ku gotinên dijberî darbeyê yên AKP'ê baweriya xwe winda kirine û got: "AKP bixwe bûye darbekar. Darbeyên 1'ê Miijdarê, 4'ê Mijdarê û 19'ê Tebaxê tenê ji çend darbeyên AKP'ê ne. Darbeya 19'ê Tebaxê ne darbeya leşkerî ye lê darbeyeke siyasî ye. Me serî li ber darbeya 12’ê Îlonê netewand, em li ber we qet natewînin! Gotina dawî jî em ê bikin.”

Beştaş di axaftina xwe bal kişan ser hevdîtina li Qesrê ya di navbera Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û şaredarên şaredariyên bajarên mezin û têkildarî mijarê ev tişy got: "Mirov şerm dike, rûyê mirov sor dibe. Qeyûm nûnertiya vî bajarê nake. Çi karê wan di civîna şaredaran de heye. Ew karmendên ku ji aliyê Wezîrê Karê Hundir ve hatine tayînkirinin. Vî gelê deng nedaye wan. Ji ber vê sedemê civîna li Qesrê nemeşrû ye."