Nobeda demokrasiyê di roja 19'an de ye

Nobeda Demokrasiyê ya li Amedê li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î dest pê kir di roja 19'an de ye.

Nobeda Demokrasiyê ku li dijî desteserkirina sê şaredariyên HDP'î dest pê kir di roja 19'an de ye. Çalakî li kolana Lîseyê pêk tê. Tevî parlamenterên HDP'ê, rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û MEBYA-DER bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Herêm ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye dorpêçkirin. Girseya gel jî bi qîrîna dirûşman desteserkirina şaredariyên HDP'î şermezar dike. Beşdarên çalakiyê her wiha li kursiya azad a li qada çalakiyê nêrîna xwe tînin ziman.

Tê payin ku beşdarên nobeda demokrasiyê piştî çalakiyê daxuyaniyekê ji çapemeniyê re ragihînin.