Nobeda berxwedanê ya Şengalê di roja 48'an de ye

Konê ku xelkê Şengalê ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê vedaye, di roja 48'an de ye.

Li dijî zext û zordariya lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê, xelkê Şengalê ji 9'ê Cotmeha 2020'î ve li qadan e, xwedî li nirxên xwe derdikeve.

Konê ku ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxane hatiye vedan jî di roja 48'an de ye.

Çalakî bi dirûşma "Em hemû asayîş in" pêk tê.

Rojane ji gelek gund, bajarok û navçeyên Şengalê, pêkhateyên herêmê tên binê kon û biryardariya xwe ya li dijî lihevkirina Hewlêr-Bexdayê nîşan didin.