Nivîskarên jin ên Kurd: Divê Kurd li her qadê bi Kurdî biaxivin

Nivîskarên jin ên Kurd Roza Metîna û Sûltan Yaray, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî bang li Kurdan kirin ku xwedî li zimanê xwe derkevin û li her derê bi Kurdî biaxivin.

Nivîskarên jin ên Kurd Roza Metîna û Sûltan Yaray, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî bang li Kurdan kirin ku xwedî li zimanê xwe derkevin û li her derê bi Kurdî biaxivin.

Zextên hikûmeta AKP'ê yên li ser Kurdî van salên dawî zêde dibe. Rojname, televîzyon, radyoyên ku bi Kurdî weşanê dikin û hemû saziyên ku li ser Kurdî dixebitin hatin girtin û milkên wan hatin desteserkirin.

Qeyûmên ku ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê ve li ser şaredariyên HDP’ê hatine danîn, kreşên zarokan ên di nava şaredariyê de hatin avakirin, xebatên li ser zimanê Kurdî yên di nava şaredariyê de ,rawestandin, xebatkar ji kar avêtin, tabelayên Kurdî rakirin û tenê Tirkî hiştin.

Herî dawî polîsan mudaxaleyî ciwanan kirin ku li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê muzîka Kurdî çêdikin. Ev bûyer bêtehamuliya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hemberî Kurdan di her aliyê jiyanê de nîşan dide. Yanî Kurdî di her warê jiyanê de, li kolan, mizgeft, dibistanan qedexe ye.

Nivîskarên jin ên Kurd Roza Roza Metîna û Sûltan Yaray li ser polîtîkayên asîmîlasyon û înkara zimanê Kurdî yên hikûmeta AKP-MHP'ê ji ANF'ê re axivîn.

'BI TUNEKIRINA ZIMAN RE GELEK TIŞTÊN DIN JÎ JI HOLÊ RADIBIN'

Nivîskara jin a Kurd Sultan Yaray destpêkê bal kişand ser girîngiya ziman ji bo civakan û bi bîr xist ku ziman hebûn û nebûna gelan diyar dike, bi tunekirina ziman re wê gelek tiştên din ji holê rabin.

Yaray got: "Dema ku hûn bixwazin gelekî  tune bikin pêwîst e hûn zimanê wan tune bikin. Bi tunekirina zimên,  gelek tiştên din jî tên tunekirin. Ziman û çand,  ziman û stran, ziman û nasname hemû girêdayî hev in. Em bala xwe didin çanda Kurda, çandekî gelekî  xurt û têr û tijî ye. Lê ji ber polîtîkayên pişaftinê li dinyayê zêde deng venedaye. Em dikarin balê bikşînin ser ziman û aboriyê jî, dema  zimanê gelekî  tê tunekirin, aboriya wî gelî jî tê tunekirin. Ev jî civakeke kole diafirîne. Îro li Kurdistanê, bi hezaran aşê pişaftinê hene û em hemû ji mecbûrî  zarokên xwe dişînin van aşên pişaftinê. Ji  bo di paşeroja de bibin xwediyê pişeyekî." 

'EM JI ÎRO Û PÊ VE LI HER DERÊ BI KURDÎ BIAXIVIN'

Yaray got, "Îro dayikên me yên ku bi Tirkî nizanin hatine qonaxeke ku zarokên xwe bi Tirkî mezin dike" û wiha dewam kir, "Dema mirov li ser pişaftinê difikire em dibînin ku em çawa zimanê xwe wenda dikin, em çand û girêdana xwe ya cil û bergan jî wenda dikin.  Yanî tiştê ku serdest  ji bo pişaftinê kiriye û hîn jî dike jixwe diyar e. Lê divê mirov li xwe jî vegere li dijî pişaftinê polîtîkayên me çi ne, em çi dikin, gelo ji bo em zimanê xwe biparêzin, em çiqasî li ber xwe didin? Îro em  hatine asteke ku dayîkên me yên bi Tirkî nizanin zarokên xwe bi Tirkî mezin dikin. Li hemû sazî, partî û komeleyên me ji Kurdî bêtir bi Tirkî tê axaftin. Em bahsa Kurdî- derê bikin ku min jî du sala rêveberiya wir kir, her çiqasa me hinek xebat kirin jî ne bes bû.  Me dikaribû li ser polîtîkaya ziman, gelek xebatên din bi rêxistinî bimeşandana. Kurd di pêvajoyekî zor û zehmet re derbas dibin. Piraniya sazî, komele û televîzyonê me hatin girtin. Lê ez bawer im ew ê ev rojên reş derbas bibin. Ji bo paşerojeke xurt divê em ji her demê bêhtir li zimanê xwe xwedî derkevin. Li malê, li sûkê, li nexweşxaneyê, li bazarê li ku dibe bila bibe em bi zimanê xwe bipeyivin, em ji zimanê xwe fedî nekin, em ji îro ve dest bi xwendina pirtûkên bi Kurdî bikin. Carna tiştên biçûk gelek tiştên mezin û girîng bi xwe re tînin."

'ZIMANÊ KU ZAROK PÊ NEAXIVE, WÊ TUNE BIBE'

Nivîskar Roza Metîna got ku ziman, çand, huner, dîrok û erdnîgariya civakekê hebûna wê civakê diparêze.

Metîna got, "Ji bo parastina ziman, çand, huner, dîrok û erdnîgariyê ji aliyê civakê ve pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye" û wiha dewam kir, "Gelê Kurd bi salane ku têkoşîna vê yekê dide. Di heman demê de jî ev têkoşîna parastina nirx û rûmeta civakî ye jî. Mirovên nirx û rûmeta xwe biparêzin bi heman awayî siberoja xwe jî diparêzin. Du xalên girîng ên nûnertiya parastina siberoja civakekê dikin jî ziman û çand in. Ev herdu stûna pêşketin, şaristanî, binhişî û rêxistinbûyina civakê ne. Loma jî her tim dibin hedefa êrişên desthilatdaran ên sîstematîk. Ji bo polîtîkayên tunekirin û bişaftinê bigihêjin armanca xwe di destpêkê de êriş li dijî ziman û çanda gelan tên kirin. Di nava 62 xalên Plana Çalakiyê ya Veşartî de ku li dijî nasnameya Kurdan li Kurdistanê hatin xwestin bikevin meriyetê têkbirina ziman û çanda Kurdan jî tê de cih digire. Di nava van xalan de tê gotin ku divê li her bajarên Kurdistanê pêşdibistanên bi zimanê tirkî perwerdeyê didin bibin mecbûrî da ku zarokên Kurdan li van pêşdibistanan hînî zimanê tirkî bibin û bi zimanê xwe neaxivin. Jixwe gava girîng a ewil a bişaftinê ji ziman dest pê dike. Ger ziman ji holê bê rakirin bi vê yekê girêdayî çanda te jî beriyê wê ber bi tunebûnê ve vedibe. Ji ber ku  bi hevdu ve girêdayî ne û hevdu xwedî dikin. Zimanekî zarok neaxive dê ber bi tunebûnê ve biçe. Mirov bi kîja zimanî biaxive binhişî, tevger û jiyana mirovan li gor wî zimanî bi teşe dibe. Loma desthilatdar bi taybet li ser xala ziman disekinin. Li dibistanên dewleta tirk zimanê Kurdî ne zimanê perwerdeyê ye û ev jî dibe sedem ku di warê pêşketina zimanê Kurdî de qelsiyeke berbiçav pêk were. Niha tenê wekî zimanê bijarte di meriyetê de ye lê belê ev jî têrê nake. Her derfetên di warê zimanê Kurdî de hatine dayin bi têkoşîna bi salan a gelê Kurd hatiye dayin û divê em van derfetana bikaribin bi awayekî erênî bi kar bînin da ku pêşiyê li derfetên din ên mezin veke."

'LI DIJÎ ZIMAN Û ÇANDA KURD BI GIŞTÎ ÊRIŞ TÊ KIRIN'

Metîna diyar kir ku qedexekirina lîstika Kurdî ya Beyrûtê ya li Rihayê û lîstika "Tartûf" a bi Kurdî ya li Mêrdînê, nîşaneyên zîhniyeta yekparêz in û got,"Ev yekperestî rê li paşverûtiyê jî vedike û dijminatiya pirzimanî û pirçandiyê dike. Di çarçoveya OHAL'ê de gelek saziyên bi Kurdî xebat dikirin, ji ziman û çanda Kurdî re xizmet dikirin hatin girtin. Bi tayinkirina qeyûman şanogerên di bin banê şaredariyan de karê xwe dikirin ji kar hatin avêtin. Êrişeke topyekun li dijî ziman û çanda Kurdan hat kirin. Kesên nîjadperest ên ji van polîtîkayana hêz girtin jî li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî êrişî Kurdên bi zimanê xwe diaxivîn kirin. Kurdên bi zimanê diaxivîn hatin qetilkirin. Ev êrişan ji dîrokê heta niha didomin. Ji ber ku zimanê Kurdî xwedî kokeke qedîm e. Gelek çavkanî vê yekê nîşan didin. Li gor Kovara Zanistê ya Navneteweyî ya Scienceyê li gor gelek lêkolînan ziman ji cihên şoreşa çandiniyê lê pêk hatine derketiye. Li gor gelek çavkaniyên berbiçav jî şoreşa çandiniyê cara ewil li ser axa Mezopotamyayê pêk hatiye. Ev lêkolînan li gor testên DNA'yê jî hatine kirin. Ev lêkolînên ku ji aliyê Zanîngeha Pensîlvanyayê û Zelandaya Nû Aûcklandê hatine kirin li ser Kovara Zanistê ya Navneteweyî ya Scienceyê hat weşandin. Kesên dijminên zimanê Kurdî ne naxwazin vê rastiyê bibînin û berovajî vê rastiyê dipeyivin. Her wiha li gor van lêkolînana zimanê Kurdî yên ku mezinên Kurdan belav kirine zimanekî aştiyane ye."

'JI BO PARASTINA ZIMANÊ KURDÎ DIVÊ HER TIM ALTERNATÎF HEBIN'

Metîna axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Yek ji xala girîng ew e ku li dijî êrişên li ser nasnameyê mirov bikaribe çi bike. Di destpêkê de divê mirov haya wan ji dîroka zimanê wan hebe da ku li dijî kesên dibêjin 'zimanê Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye' bikaribin bersiveke xurt bidin û bi hêza zimanê xwe xwe bi rêxistin bike. Li kuçe, kolan, mal, cihê kar li hemû saziyan divê Kurd bi zimanê xwe biaxivin û bi zimanê xwe bibêjin va ye em li vir in. Divê her tim alternatîfên ji bo parastina zimanê Kurdî di meriyetê de bin. Jixwe yek ji armanca êrişan jî ew e ku Kurd bê alternatîf bên hiştin. Wekî mînak dema em bidin di bin banê Şaredariya Bajarê Amedê  de pêşdibistanên bi navên Zarokîstanê yên bi zimanê Kurdî perwerde didan zarokan hatin avakirin lê belê piştî ku qeyûm hatin tayinkirin mamosteyên wan ji kar hatin avêtin û hundurê wê hatin valakirin. Vê yekê bandoreke neyînî di heman demê de ser li derûniya zarok û mamosteyan kir. Li dijî girtina pêşdibistanên bi navê Zarokîstanê alternatîfên dewsa vê kedê û xebatê tije bikin nehatin avakirin. Piştevanî û têkiliya di navbera saziyên Kurdan a ji bo parastina ziman û çandê jî gelekî girîng e. Ev têkiliya dema bandoreke erênî li ser civakê bike ev jî dibe sedem ku civak bêtir ji zimanê xwe hez bike. Rol û mîsyona nivîksar, helbestkar, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, hunermendan a di qada xwedîderketina zimanê Kurdî de jî gelekî girîng e. Axaftina wan a bi zimanê Kurdî dê bandoreke erênî li ser tevgera pêşketina zimên bike. Axaftina malbatên Kurd ên bi zarokên xwe re wekî zêrê di nava zîv de dibiriqe bi qîmet e. Ev di heman demê de çekeke herî  xurt a li dijî dijminê me ye. Her Kurd dema zimanê xwe wekî stargeha xwe bibîne û lê xwedî derkeve wê demê ew ê statuya zimanê Kurdî jî bê parastin û zimanê Kurdî wê ji bin zextên zordestan derkeve.”