Nivîsa mîxî ya 3 hezar salî tine dibe

Li Erdîşê nivîsa mîxî ya 3 hezar salî ya serdema Uraratûyan ber bi tinebûnê ve diçe.

Nivîsa mîxî ya Uraratûyan a beriya bi 3 hezar salan  a li ser latên Karataşê ya Erdîşa Wanê ji ber sedema ku kes guh nadiyê û rantê tine dibe.

Bajarê Wanê yê li Serhedê malxweyîtî li gelek şaristaniyan kir. Yek ji van şaristaniyan jî Urartû ne. Urartûyan yên ku Wan ji xwe re kirin paytext li Wanê û navçeyên wê gelek şopên dîrokî li pey xwe hiştin. Urartû ku bi hostatiya li ser keviran navdar in, li gel ku hezaran sal di ser re derbas bûne jî avaniyên wan li ser piyan in. Yek ji van berhemên girîng Keleha Wanê, Keleha Çavûştepe û nivîsên mîxî ne. Nivîsên mîxî li devera Karataşê ya navçeya Erdîşê ne.

Nivîsa mîxî ku Urartûyan beriya bi 3 hezar salan nivîsîn ji ber sersariyê û rantê tine dibin. Li devera ku nivîsa mîxî heye TOKÎ avahiyan û oto-rêyan çêdike. TOKÎ ya ku vê qada dîrokî dike rant, hin kesên li rex TOKÎ’yê ziyan dane vê qada dîrokî û li ser nivîs nivîsîn.

Kurê Keyayê Urartû Sardûrî li ser latê wiha dabû nivîsîn: ‘’Ez kurê Argiştî Sardûrî, bi berzbûna ÊzdaXaldî min baxek danî. Kî navê vî baxî biguherîne, Êzda Xalî, Êzda Teîşeba, Êzda Şîvînî li biniya rojê wan biqelîne û qira wan bîne.’’

Li vê herêmê ku diviya bibûya qada sîtê heta niha ti tevdîr nehatina standin. Cihê ku nivîsa mîxî lê heye her wiha cihekî pîroz e ku gel dehiyan li wir dide. Gelek caran kesên ku li gencîneyan diğerin ziyan dane van deveran.