Nîşaneya dilsoziyê: Delîl Erzîncan

Kemal Civandag (Delîl Erzîncan) ê li Dersimê ji dayik bû, dema ku li Zanîngeha Enqereyê beşa Fîzîkê dixwend PKK nas kir. Di sala 1999'an de tevlî nava refên gerîla bû, sala 2007'an li Dersimê şehîd bû.

Gerîla Delîl bi çîrokên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Îhsan Nûrî, Qazî Mûhammed û gelek çîrokên berxwedanê yên mîna wan mezin bû. Di tilê wî de timî meraq û nakokî hebû. Li Zanîngeha Enqereyê dema ku beşa Fîzîkê ya li Fakulteya Fenê dixwend PKK nas kir. PKK ji bo wî gelekî biyanî bû. Ji ber nasnameya xwe ya Elewî timî mûxalîfekî xwezayî yê sîstemê bû. Gerîla Delîl timî xwe nêzî rêxistinên çep ên Tirkiyeyê didît. Di dema xwendina zanîngehê de nasnameya xwe ya rastî, çanda xwe ya rastî nas kir. Û vê yekê kir ku ew tevlî nava refên têkoşîna gelê Kurd bibe.

Çîrokên ku jê re dihate gotin bi PKK'ê re kir yek. Baş fêhm kiribû ku meşa hîn bi zanebûn, hin bi biryar û qewîn firsendeke dîrokî ye ji bo hilanîna tola Dersimê. Timî zanîbû ku li pêşiya wî wezîfeyeke dîrokî heye. Tola Seyîd Riza, Şêx Seîd, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mûhammedan tenê bi cihgirtina li nava refên PKK'ê dikarîbû hilîne. Haya gerîla Delîl ji vê yekê hebû.

YEKANE XEYALA WÎ EW BÛ KU LI BAKUR TÊBIKOŞE

Hevrêykeî wî wiha qala têkoşîna gerîla Delîl dike: "Ji nava du zarokên li malbatê hevrê Delîl ê herî mezin bû. Di nava Kurdan de psîkolojiya zarokê yekane yê mêr cuda ye. Her tim xwe li navenda her tiştî dibîne. Ji rastiya xwe wêdetir gelekî ji xwe bawer e. Derdora xwe biçûk dibîne. Bi kurtasî gelek taybetmendiyên xwe hene. Lê belê nêzîkatiyeke bi vî rengî bi hevalê Delîl re tune bû. Ew yekî dilnizm bû. Haya xwe ji rastiya xwe hebû û bi vî rengî tevlî jiyanê dibû.

Di bihara sala 2000'î de perwerdeya şervanên nû qedand. Wê demê çûyîna Bakur gelekî kêm bû. Hevrê Delîl dixewest bibe gerîlayekî baş û şareza. Her tim xwe parast. Armanca xwe hemû ew bû ku bi her rengî tevlî partiyê bibe. Hevalê Delîl ji dil bawer kiribû ku têkoşîna rastî li nava refên Bakur e. Bi biryardarî û israra xwe di havîna sala 2000'î de derbasî Bakur bû.

Rojekê pêşniyara xwe li rêveberiyê dike. Dibêje ku dixwaze biçe Bakur. Pêşniyara wî nayê qebûlkirin. Ji ber ku hevrê Delîl hîn nû ye. Hevalê Delîl dema ku pêşniyarê dike ku tevlî berxwedana li Bakur bibe, ji dil bawer dike ku bi vî rengî wê karibe PKK'ê baştir nas bike. Di pêşniyara xwe de israr dike. Ji ber ku pêşniyara wî nehate qebûlkirin, piştî her saeta rojbaş li pêşiya manga rêveberiyê rûdinê. Her carê bersivê werdigire ku pêşniyara wî nehatiye qebûlkirin. Lê belê dest ji israra xwe bernade. Di dawiyê de hevalekî li meclîsê jê re dibêje 'Temam pêşniyara te hate qebûlkirin, tu dixwaze biçe ku derê?' Ew jî dibêje, 'Ferq nake, bila Bakur be, ku dibe bila bibe'. Bi vî rengî bi heman biryardariyê nêzî her devera Bakur dibe."

LI BESTAYÊ GELEK BÎRANÎNÊN XWE YÊN BEDEW ÇÊ BÛN

Hevrêyê wî diyar kir ku gerîla Delîl destpêkê li herêma Botanê hate wezîfedarkirin û got, "Di nava herêma Botanê de jî li Bestayê hate wezîfedarkirin. Yek ji mijara ku herî zêde zor da wî ew bû ku bi Kurmancî nizanî bû. Ji ber ku malbata wî bi Zazakî diaxivî, ew bi zaravayê Kurmancî nizanî bû. Di têkiliyan de zor û zehmetî dikişand. Bi Zazakî jî nizanî bû. Zanîbûya dibe ku zû hînî Kurmancî bibûya. Di havîna 2003'an de dema ku min ew li Bestayê dît, hingî bi Kurdî dikarîbû xwe îfade bike. Dema ku min jê pirsî ku çawa hîn bû, hingî bi ken got, ku sê salan li navenda Kurdîtiyê li çiyayên Botanê gerîlatî kiriye.

Ji gelek aliyan ve Besta ji bo wî warê gavên destpêkê yên li nava PKK'ê bû. Gelek bîranînên xwe yên bedew li Bestayê çêbû. Hevalê Delîl di payîza 2004'an de çû perwerdeyê. Piştî ku tevlî dewreyekê bû xwest biçe Dersimê. Pêşniyara wî ji aliyê rêxistinê ve hate qebûlkirin û di havîna 2005'an de derbasî Dersimê bû. Bi hêza li Botanê wergirtî bi coş û kelecaneke mezin li Dersimê dest bi gerîlatiyê kir. Di sala 2007'an de li Dersimê tevlî karwanê nemiran bû."