Nifşê Nû, bi 170 hezar dengan 4 kursî bi dest xist

Tevgera Azad, Tevgera Nifşê Nû û Eniya Demokrasî ya Gelan a bi lîsteya Nifşê Nû tevlî hilbijartina Parlementoya Iraqê bibûn, 4 kursî bi dest xistin.

Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê îro endamên fermî yên hilbijartina parlamentoya Iraqê ragihand. Li gor encamên hatine belavkirin, aliyên Kurd bi giştî 59 kursî bi dest xistine. Lê kursiyên kota hîna diyar nebûne, dibe Kurd ji kotayê jî zêdetirê du kursiyan bigirin.

Lîsteya Nifşê Nû ku ji hersê aliyên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Eniya Demokrasiya Gel û Tevgera Nifşê Nû pêk tê, cara yekem tevlî hilbijartinên Iraqê bû. Bi destxistina zêdetirê 170 hezar dengan 4 kursî ku 2 ji bo namzetên jin û 2 jî namzetên mêr qezenc kir.

Namzetên lîsteya Nifşê Nû yên serkeftine ji lîsteya Tevgera Azadî li Silêmaniyê Yusra Receb, namzeta Nifşê Nû li parêzgeha Hewlêr Sirwe Yunis. Serokê Lîsteya Nifşê Nû yê Hewlêr Rabûn Mehrûf û yê Silêmaniyê jî Serkewt Şemseddîn.

Piştî diyarbûna encamên fermî namzeta Tevgera Azadî daxuyaniyek da û ev tişt got: “Me got em ê li Başûrê Kurdistanê mizgîniya serkeftinê bidene Serokê xwe li Îmraliyê. Rêberê min we em fêr kirin ku ber bi serkeftinê ve gav bavêjin. Ev serkeftin li Rêberê me, malbatên şehîdan û jinan pîroz be.”