Nexweşxaneyê zarok xist halê mirinê!

Li Wanê zarokê 1,5 salî Vekîl Bîrol piştî ku kete ameliyatê ket halê komayê. Bavê zarok Ferdî Bîrol got, “Ji ber şaşiyeke mezin,zarokê min xistin vî halî.”

Vekîl Bîrol ê li gundê Çûbûkû yê Qelqeliya Wanê ji dayîk bûbû, ji ber tumora di omûrîlîkê de 6 mehan li Nexweşxaneya Lêkolînê û 2 mehan jî li Nexweşxaneya Dewletê tedawîbû. Bijîşkên Nexweşxaneya Herêmê gotin, ‘rîsk hene em nikarin vê emeliyatê bikin’ û nexweş sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê kir. Bijîşkên li Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi gotin ku ew dikarin vê emeliyatê bikin. Bijîşkan diyar kirin ku, rîsk heye ku felç jî bibe, lê ji ber ku wan berê emeliyateke wisa kirine, ew ê şaşiyeke wisa neyê kirin.

45 ROJ E DI KOMAYÊ DE YE

Zarokê bi navê Vekîl Bîrol di 12’ê Nîsana 2018’an de hate emeliyatkirin. Ji ber ku narkoz dan zarok, di dema emeliyatê de du caran dilê wî sekinî. Ji ber ku emeliyat nîvî ma, zarok xistin beşa venihêrîna giran. Zarok mehek e di komayê de ye.

Bavê zarok diyar kir ku kurê wî 45 roj in di komayê de ye û ew li gorî pêşniyazên bijîşkan tevgeriyaye lê a niha zarokê wî di komayê de ye. Bîrol got ku, “Min li Dozgeriya Komarê gilî kir. Zarokê min ji ber şaşiyeke mezin kete vî halî. Berpirsyar jî Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê û Nexweşxaneya Lêkolînê ye. Ez dixwazim, tiştên pêwist were kirin.”