Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Nexweşxaneya li Cizîrê mirovan nexweş dixîne

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ku ji ber xemsariyê salên dawî gelek kes mirin, li şûna ku kêmasî werin çareserkirin, roj bi roj zêdetir dibin.

Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ji ber kêmasî û xemsariyan ji nexweşan re nabe derman.

Bi sedan kesên ji bo tedawiyê tên, ji bo karibin randevûyê bigirin bi saetan dimînin. Gelek randevûyên hatine dayin jî hatin taloqkirin. Li nexweşxaneyê bi hinceta 'sîstema elektronîk naxebite' fîşa randevûyê nayê birîn. Ev jî dibe sedem ku rêza mirovên li benda tedawiyê disekinin dirêj bibe.

Bi taybetî li beşên nexweşiyên jinan, jidayikbûn, polîklînîka çav û servîsa lezgîn de kêmasî hene. Ji kesên ku dixwazin ji nûmareya 182 randevûyê bigin tê gotin, 'Hemû doktor dixebitin, dor nîne'. Yên ku ji bo girtina randevûyê serê sibehê diçin nexweşxaneyê, ji wan re jî tê gotin, 'Bêyî randevûyê em fîşê nadin'. Û destvala tên vegerandin. Tevî kêmasiya doktoran, li nexweşxaneyê kêmasiyên teknîkî jî pir in. Ji ber ku cih nîne, du ji sê parên nexweşan sewqî nexweşxaneyên din tên kirin.

Beşa servîsa lezgîn a nexweşxaneyê bi mehan e di 'tamîrê' de ye, girtî ye. Nexweşên ku serî li vê beşê didin li Servîsa Zarokan a li polîklînîkê tên dermankirin. Kesekî ku nexwest navê xwe eşkere bike û pênc meh in bi nexweşiya çav ketiye, diyar kir ku ji ber dermanê şaş ê jê re hate dayin, hindik maye çavên wî kwîr bibin. Nexweş got, "Roniya çavên min gelekî kêm bûye. Roj bi roj nebaş dibe. Nema dikarim tiştekî bixwînim. Min ev yek ji doktor re got, lê doktor ji min re got, 'dermanê hatiye dayin rast e, te derman bi şaşitî bi kar aniye'."

'DIVÊ JIYANA MIROVAN NE EWQASÎ ERZAN BE'

Elîf Çagil (21) ku ji ber kîstên li malzarokê li nexweşxaneyê ye, qala pirsgirêkên li polîklînîka nexweşiyên jina kir: "Bi dehan jinên ducanî li ber derî ne û li benda doktorekî ne. Nexweşiya min li gorî ya wan siviktir e, ji ber vê jî em rê didin hev. Li Cizîrê doktorek nîne ku li jinên ducanî binere. Nizanim bê ev rewş wê çiqasî dewam bike. Lê jiyana mirovan divê ne ewqasî erzan be."

Kesekî din ku bi nexweşiya şerm ketiye got, "Çend hefteyan li benda randevûyê bûm. Di dawiya dawî de min stend, lê vê carê jî ji ber ku 'karekî lezgîn' ê doktor derket, ji bo hefteyekê hate taloqkirin." Arafat Çaglar û Feyrûz Polat ku çend sal berê ji ber ku kûçikan dev lê kirin, ji ber xemsariya li nexeşxaneyê tevî pitika xwe jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê yekê lêpirsîn li nexweşxaneyê hate vekirin, lê belê necamek jê derneket.