Newroza Amedê careke din bû qada berxwedanê

Amedê di Newroza 2022'an de ku bi dirûşma 'Dem dema serketinê ye' şahidî ji rojeke dîrokî re kir.

Bi berbanga sibehê re Amed di nava liv û tevgereke mezin de bû. Hem şêniyên Amedê hem jî mirovên ji bajarên din ên Kurdistanê û derveyî welat bi kelecana Newrozê berê xwe dan qadê.

Ji bo pêşî li coşa gel bê girtin, astengiyên mezin hatibûn danîn, lê di dawiya rojê de hate dîtin ku astengî bi kêr nayên.

Tevî ku ti qedexe tune bû, li nuqteya lêgerînê ya ber bi protokolê ve, kesên dixwestin bi kincên neteweyî derbasî qadê bibin hatin astengkirin.

Polîsên Tirk li her benda kontrolê JOH, TOMA û panzer bi cih kirin, ku ev yek bû sedema rageşî û zextê. Girseya gel jî nerazîbûn nîşanî vê yekê da û li ber bendên kontrolê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kurdistanê wê ji faşîzmê re bibe goristan" û "Tayyîp îstîfa" qîriyan, pê li bendan kirin û ji hin nuqteyên kontrolê derbas bûn.

Li bendên ku polîsan bi gaza îsotê û ava şid êrişî gel kirin, jin jî bi bahaneya 'kontrola berfireh' bi saetan hatin rawestandin. Piştî ku vê rewşê demeke dirêj dewam kir, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê û Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran ji platformê bang li hêzên polîsan û walîtiyê kir û got, "Provoke nekin. Em dixwazin cejna xwe pîroz bikin. Em ji bo ewlehiya xwe pirsgirêkê nabînin. Rê bidin gelê me, em dixwazin bi gelê xwe re govendê bigerînin û cejna xwe pîroz bikin."

Gelê Kurd ku li hemberî her polîtîkayê qad neterikand û li ber xwe da, hêdî hêdî qada Newrozê dagirt. Bi hatina gel re coşa Newrozê jî zêde bû. Li gel zext û astengiyan jî nêzî milyonek mirov li qada Newrozê ya Amedê bi cih bûn. Balkêş bû ku piraniya beşdaran ciwan bûn. Yek ji nuqteyên girîng ku li qadê bal kişand, daxwaza ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Li qadê bi hev re dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Ciwan fedayiyên Apo ne" hatin qîrîn.

Li pêşiya dika pîrozbahiyê di navbera polîsan û girseya gel de pirsgirêkên cidî rû dan. Polîsên ku guh nedan banga 'provoke nekin' êrişî gel kirin û di encama vê êrişê de hin kes birîndar bûn. 150 jê zarok (Di n avbera 12-17 salî de) nêzî 300 kes hatin destgîrkirin.

Li gel hewldanên provokekirinê Newroza Amedê destpê kir û ji bo bîranîna şervanên azadiyê yên di berxwedana Kobanê de şehîd bûn, deqeyek rêz hate girtin. Coşa li qada Newrozê kêlî bi kêlî zêde bû.

Di Newrozê de Kemal Kûrkût û Denîz Poyraz hatin bîranîn. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk got, "Ev Newroz Newroza niha dem dema azadiyê ye. Ev Newroz Newroza azadiya Abdullah Ocalan e."

Bi pêxistina agirê Newrozê re Dengbêj Kazo derkete ser dikê û bi vî rengî qada Newrozê veguherî atmosfera cejnê. Servet Kocakaya, Azad Bedran û Rojda bi stranên xwe coşa Newrozê zêde kirin.