'Newroz nîşaneya berxwedan û vejîna gelê Kurd e'

"Dewlata dagirker her tim bi armanca dagirkeriyê êrîşê nirxê gelê me dike lê li hember vê dagirkerî û desthilatdariyê her tim berxwedana gelê Kurd bi pêş dikeve. Ev berxwedaneke pîroz e û li hember dijmin serî rakirin e."

21’ê Adarê cejna vejîna gelê Kurd bi berxwedanê tê pêşwazî kirin. Ji Kawayê hesinkar heta Kawayên hemdem Mazlum, Zekiye, Sema û Rehşanan Newroz bi ruhê berxwedanê tê pîrozkirin. Gerîlayên azadiyê ku li çiyayên Kurdistanê têdikoşin ji bo roja Newrozê axivîn.

'NEWROZ BI RUHÊ ZEKIYE Û REHŞANAN WATEDAR DIBE'

Gerîlaya YJA Starê Xemlîn Welat ji bo roja Newrozê axivî. Gerîla Xemlîn serî de roja vejîna gelê Kurd pîroz kir û wiha got; "21’ê Adarê cejna vejînê di serî de li Rêber Apo û gelê me yê welatparêz pîroz dikin. Şehîdên me yên qehreman ku di vê rojê de xwe feda kirine û ji bo azadiyê giyanên xwe dane bi rêzdarî bibîr tînin. Em li çiyayên Kurdistanê roja 21’ê Adarê bi ruhê Mazluman, Sarayan, Zekiye Alkanan pîroz dikin. Ji ber ku Newroz vejîn e, Newroz berxwedan e û jiyan e. Newroz tê wateya yekîtiya gelan û di heman demê de vejîna gelan e, ji ber vê yekê ev roj ji bo me pir pîroz e. Newroz nûbûna gelê Kurd dide nîşandan. Em jî di her hatina biharê de kelecanek mezin dijîn  û xwe pê re dikin yek."

'EM Ê AGIRÊ NEWROZÊ BI TÊKOŞÎNA MAZLÛM Û DELALAN GEŞTIR BIKIN'

Gerîlaya YJA Starê Xemlîn Welat di dewama axaftina xwe de bal dikşîne hêza berxwedêr a gelê Kurd û wiha dibêje; "Em bi rastiya Rêber Apo û berxwedana gelê xwe roja 21’ê Adarê pîroz bikin. Ji ber ku Newroz nîşaneya berxwedan û vejîna gelê Kurd e. Wek milîtanê Apoyî em ê vê rojê bi ruhê Mazlum û Delalan zindî bikin û bihêlin ku agirê Newrozê hîn geştir bibe. Bi agirê Newrozê em ê her tim rastiya berxwedana gelê Kurd zindî bikin."

Gerîla Xemlîn di dawiya axaftina xwe de ji bo serketina têkoşîna azadiyê soza xwe nû kir û got, "Pêwîst dike ku em têkoşîna xwe hîn mezintir bikin da ku bikaribin bigihîjin azadiya Rêber Apo û ya gelê xwe. Armanca me azadiya hemû gelan e, bi taybetî jî bi pîrozkirina roja vejînê em carek din soza azadiya jinan didin. Dewlata dagirker her tim bi armanca dagirkeriyê êrîşê nirxê gelê me dike lê li hember vê dagirkerî û desthilatdariyê her tim berxwedana gelê Kurd bi pêş dikeve. Ev berxwedaneke pîroz e û li hember dijmin serî rakirin e. Bi ruhê cenga Heftanînê em ê vê rojê bi azadiya gelê xwe û Rêber Apo re bikin yek."