Newroz li Rihayê hate pîrozkirin

Li navçeyên Xelfetî, Bêrecûk û Wêranşarê yên Rihayê Newroz bi komên biçûk hate pîrozkirin.

Li navçeyên Xelfetî, Bêrecûk û Wêranşarê yên Rihayê Newroz bi komên biçûk hate pîrozkirin.

XELFETÎ

Ciwanên ku li taxa Karaotlak a navçeya Xelfetiyê li hev kom bûn, agirê Newrozê dadan û bi gerandina govendê Newroz pîroz kirin.

BÊRECÛK

Li taxên Ennap û Sorik ên navçeya Bêrecûkê komên biçûk Newroz agirê Newrozê dadan. Girseya gel fîşekên hewayî teqandin, govend gerandin.

WÊRANŞAR

Li taxa Şirnexê ya Wêranşarê girseya gel fîşekên hewayî teqand û dirûşma "Bijî Newroz" qîriya û govend gerand.