Nero yê Portekîzî 6 meh in di destê QSD'ê de ye

Nero Saraîva bi navê li xwe kirî Ebû Yakûp Endulusî yê DAÎŞ'î ku yek ji Ewropiyên destpêkê ye ku di sala 2012'an de tevlî çeteyan bû, nêzî 6 meh in di destê QSD'ê de ye.

Tê gotin ku Nero Saraîva yê Portekîzî yek ji pênc lîstikvanên futbolê ye ku tevlî DAÎŞ'ê bûye û niha di destê QSD'ê de ye. Nero Saraîva ku 6 caran li Îngilistanê û 5 caran li Sûriyeyê zewiciye bi giştî 8 zarokên xwe hene. Du hevserên wî yên berê û hevsera wî ya nû niha li Kampa Holê ye. Saraîva piştî 7 salan li Baxoz a ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû dagirkirin, di nava DAÎŞ'iyên herî dawî de bû ku tevî vê yekê îdîa dike ew poşman e. Saraîva bi berfirehî qala jiyana xwe kir, lê nexwest pêvajoya DAÎŞ'ê bi berfirehî vebêje.

Nero Saraîva di 3'ê Adara 2019'an de bi birîndarî tevî malbata xwe radestî hêzên QSD'ê bû. Der barê wî de gelek îdîa hene. Rêxistinên îstîxbaratê yên li Ewropayê û çapemeniya Ewropayê dibêjin, Nero Saraîva endamê 'Çeteya Beatles' a kuştinê ya Îngiliz e ya di nava DAÎŞ'ê de bû. Nero Saraîva ku bi revandina wênevanê şer ê Îngiliz John Cantlîe tê sûcdarkirin, tê gotin ku du sal piştî înfazkirina rojnamevanê Emerîkî James Foley li pêş kamerayan, fermandarê Yekîneya Şervanên Biyanî ya DAÎŞ'ê bû. Nero Saraîva dibêje, tevî hevalên xwe yên koçberê Portekîzî çûye Tirkiyeyê, ji wir bi alîkariya çeteyên Ehrar û Şam derbasî Sûriyeyê bûne, tevlî Ketîbeya Mûhacîr û Ensar a Omer Şîşanî bûye, di sala 2014'an de tevî hevalên xwe yên Portekîzî Edgar Costa, Celso Costa û Sacît Tûre tevlî DAÎŞ'ê bûye.

JI BER NARKOTÎKÊ HATE GIRTIN

Nero Saraîva piştî ku di sala 2000'î de ji Portekîzê çû Îngilistanê ji ber narkotîkê piştî sê salan hate girtin û du salan li girtîgehê hate hiştin. Di sala 2007'an de bi pêşniyara hevalên wî yên Portekîzî Edgar Costa, birayê wî Celso Costa û Sacît Tûre ola Îslamê hildibijêre. Piştî ku dibe Misilman dizewice. Dixebite lê dema xwe ya betlaneyê, demên xwe yên vala bi van hevalên xwe re derbas dibe. Bi wan re diçe mizgefta Nûr ol Îslam a li rojhilatê Londonê.

Nero Saraîva bi hevalê xwe Edgar Costa di sala 2010'an de diçe Tanzanyayê. Armanca wan ew e ku vîzeya Sûdanê werbigirin û qeyda xwe li Zanîngeha Efrîkayê bikin. Piştî çend mehan vedigerin Îngilistanê. Li balafirgehê ji aliyê yekîneya antî terorê ya Îngiliz ve çar rojan tê lêpirsîn û piştre tê berdan. Hevalê wî Edgar Costa li Tanzanyayê dimîne û dizewice.

XWE LI ZANÎNGEHA EFRÎKAYÊ YA SÛDANÊ QEYD DIKE

Piştî ku li Îngilistanê pere peyda dike vedigere Tanzanyayê û piştî wergirtina vîzeyê derbasî Sûdanê dibe û di sala 2011'an de xwe li Zanîngeha Efrîkayê ya Sûdanê qeyd dike. Ji xwe piştî du sê mehan li Sûriyeyê şer dest pê dike. Tevî hevalên xwe dest bi amadekariyan dike ku biçe Sûriyeyê.

JI SÛDANÊ BER BI STENBOL Û HATAYÊ

Tevî hevalê xwe Edgar Costa di Nîsana 2012'an de ji bo derbasî Sûriyeyê bibin destpêkê diçin Stenbolê, ji wir derbasî Hatayê dibin û bi taksiyê diçin Reyhanliyê. Piştî ku hefteyekê dimînin bi rêya Ehrar û Şam derbasî Îdlibê dibe. Piştî hefteyekê hevalên wî yên din Celco Costa û Sacît Tûre jî di heman rêyê de xwe digihînin Îdlibê.

DEMA LI NAVA ÇETEYÊN EHRAR Û ŞAM

Li Îdlibê bi Ehrar û Şam tevdigere. Li 'kampa sivîl' a li Atmê dimîne. Piştî ku deriyê sînor ê Bab El Hewa ji aliyê çeteyên Lîva Farûk ve ji rejîmê hate wergirtin, tevlî karê belavkirina alîkariya fermî dibe. Alîkariyên ji aliyê komên ji Îngilistanê ve tên şandin di ser Tirkiyeyê re bi rengekî fermî derbasî herêma Babê dibin û ew jî vî karî bi hêsanî dike.

HEVALÊN WÎ JI BO HEVSERÊN XWE DIÇIN

Hevalên wî hem ji bo anîna hevserên xwe hem jî ji bo organîzekirina alîkariyê piştî sê mehan diçin Îngilistanê. Ew dimîne û weke çeteyekî Ehrar û Şam kar dike.

TEVLÎ ÇETEYA OMER ŞÎŞANÎ DIBE

Nero Saraîva di Tebaxa 2012'an de ji bo pêşî li ketina rejîmê ya li Helebê bigire di nava Ehrar û Şam de tê wezîfedarkirin. Li wê deverê serçeteyê DAÎŞ'ê Omer Şîşanî yê ji Çeçenîstanê nas dike. Piştre tevlî çeteya Ketîbeya Mûcahîd û Ensar a Şîşanî dibe.

HEVALÊN WÎ VEDIGERIN ÎDLIBÊ

Piştî demekê tê Îdlibê û têkiliyê bi hevalên xwe yên li Îngilistnê re pêk tîne. Piştî demekê hevalên wî Celso û Edgar Costa ji Îngilistanê vedigerin Îdlibê. Tevî hevalên xwe diçe Helebê û li Haretanê nexweşxaneyê ava dikin.

ÇÛYÎNA REQAYÊ Û PEJIRANDINA DAÎŞ'Ê

Di dema şerê navbera DAÎŞ'ê û OSO de yê sala 2014'an derbasî Reqa dibe û tevlî DAÎŞ'ê dibe. Li wê deverê li malekê tê bicihkirin û piştî mehekê tevlî Ketîbeya Ebû Mûsab Zerkavî dibe ku ji çeteyên biyanî pêk tê.

NAXWAZE QALA PÊVAJOYA DAÎŞ'Ê BIKE

Nero Saraîva ku heta zarokatiya xwe bi berfirehî qala jiyana xwe dike, naxwaze qala pêvajoya DAÎŞ'ê bike. Dibêje ku di nava Ketîbeya Ebû Mûsab Zerkavî de wezîfeya wî qeydkirina Ewropiyên tevlî bûn û piştî çend mehan bi ragihandina 'xelîfetê' re ji ber ku birÎndar bû çûye nexweşxaneya li Mûsilê. Li wir jî piştî ku salekê ma dibêje ku vegeriya ye Reqayê. Saraîva îdîa dike ku di nava çeteyên DAÎŞ'ê de wezîfeya wî çavdêrkirina herêmên rejîmê bû û dibêje, "Me liv û tevgera rejîmê ya li Hama, Hûms, Tedmûr û Dêra Zorê ji emîrê xwe yê li Reqayê re radigihandin."

PIŞTÎ KU REQYA HATE RIZGARKIRIN ÇÛ HERÊMA DÊRA ZORÊ

Piştî herêm û Reqa ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarkirin, êdî derbasî Meyadînê bû û ji wir jî çû herêma Dêra Zorê.

Hevalên wî Celso Costa li Hecîn/Keşme, Edgard Costa jî li Dêra Zorê/Sûsa tên kuştin.

YEK JI DAÎŞ'IYÊN HETA DAWIYÊ LI BAXOZÊ MAN

Nero Saraîva li herêma dawî ya dagirkirî li Baxozê yek ji çeteyên heta dawiyê ma. Li wê deverê ji serî û milê xwe birîndar bû û piştre tevî malbata xwe teslîmî QSD'ê bû.

DIBÊJE KU 'POŞMAN' BÛYE

Saraîva îdîa dike ku niha ji ber tevlîbûna li nava DAÎŞ'ê poşman bûye. Du hevserên berê û hevsera dawî ya Nero Saraîva tevî sê zarokên Saraîva niha li Kampa Holê ne. Hevsera dawî ya Saraîva hevsera berê ya Fabîo Pocas e ku demekê li akademiya ciwanan a Sportîn Lîsbonê dilîst û piştre tevlî DAÎŞ'ê bû. Piştî ku Pocas mir hevsera wî bi Saraîva re zewicî.